Lehiya li Nîjeryayê: 600 kes mirin û 1,3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn

Ji destpêka meha Hezîranê ve li Nîjeryayê ji ber barana zêde lehî rabû. Heta niha zêdeyî 600 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan û 1,3 milyon kes jî neçar man ji cih û warên xwe bibin.

Nîjerya di 10 salên dawî de bi lehiyên herî tund re rû bi rû ma. Ji destpêka meha Hezîranê ve li Nîjeryayê ji ber barana zêde lehî rabû. Li gorî bîlançoya nû ya rayedaran, heta niha 603 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Karên Mirovî ya Nîjeryayê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku 2400 kes ji ber lehiyên tund birîndar bûne.

Li gorî wezaretê, 1,3 milyon kes ji ber lehiyê neçar mane cih û warên xwe biterikînin.

Wezaretê got: “Herî kêm 82 xanî û 110 hektar zeviyên çandiniyê bi temamî tune bûn.”

Di sala 2012’an de jî lehiyên giran qewimîbûn, 365 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 2,1 milyon kes jî neçar mabûn cih û warên xwe biterikînin.

Hilberînerên birincê yên Nîjeryayê hişyarî dan û diyar kirin ku ji ber lehiya îsal bihayê birincê wê zêdetir bibe.