NY: Ji ber germahiya kûreyî wê birçîbûn li Efrîkayê zêde bibe

Di lûtkeya COP27 de hişyarî hat kirin ku heke tiştek neyê kirin wê li Efrîkayê birçîbûn zêde bibe.

Alîkarê Midûrê beşê avhewa û jîngehê yê Rêxistina Çandiniyê û Dexil û Dan (FAO) ya NY’yê Zîtoûnî Oûl-Dada, hişyarî kir ku di serî de Sûdan wê li gelek welatan lehî, hişkesalî û karesatên xwezayî zêde bibin.

Oûld-Dada ku ji AFP’ê re axivî, got: “Efrîka di warê çavkaniyan de dewlemend e, ji sedî 40’ê genimê xwe ji Rûsya û Ûkraynayê tîne, ev ne normal e.“

Dada destnîşan kir ku ji bo têkoşîna li dijî xizanî û birçîbûnê îradeyeke siyasî divê.

Rayedarê NY’yê hişyarî kir ku heke tidarekên tund neyên kirin wê birçîbûn zêde bibe lewre her der ji guherîna avhewayê bi bandor dibe.

Welatê ku herî pir rû bi rûyê xeteriya zêdebûna birçîbûnê ye Sûdan e. Ji ber şer, rewş li Sûdanê xeternak e. Li gor çavdêran ev şer, şerê ewil ê têkildarê guherîna avhewayê ye.