Ji sedî 69 ê jiyana kûvî kêm bû

Li gorî rapora Weqfa Parastina Xwezaya Cîhanê, populasyona jiyana kûvî ya cîhanî ji sala 1970'î û vir ve di asta ji sedî 69 de kêm bûye.

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) roja Pêncşemê raporek weşand û nîşan da ku di navbera salên 1970 û 2018'an de populasyona jiyana kûvî ya cîhanê ji sedî 69 kêm bûye. Ji bo sedemên vê kêmbûnê jî işaret bi guhertina avhewayê û kiryarên mirovan kir.

WWF'ê di navbera salên 1970 û 2018'an de guhertina global a li bejahî, hewayî û deryayî ya 32 hezar populasyonên ji 5 hezar û 230 cûreyên movikdar şopand.

Rapora ku ji aliyê 89 nivîskaran ve hate amadekirin balê dikişîne ser kêmbûna windahiya avhewayê û cihêrengiya biyo û weke sedem jî işaretê bi xerabûna sîstema bejahî û deryayî, talankirina zêde ya nebat û heywanan û guhertina avhewayê dike.

Raporê ragihand ku vê yekê bandora herî giran li Başûrê Emerîkayê û Karabîkê kiriye û hişyarÎ da ku daristanên baranê yên Amazonê hindik mane ku bêkêr bibin.

WWF'ê diyar kir, ku niha milyonek cûreyên heywan û nebatan li ber tunebûnê ne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku girîng e hikumet, şîrket û gel bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Civîna Peymana Cihêrengiya Biyolojîk a Neteweyên Yekbûyî (COP15) tê payin ku meha Kanûnê li Montrealê bê lidarxistin.