Li Awûstralyayê lehî rabû

Ji ber şiliya zêde li başûrê rojhilatê Awûstralyayê lehî rabû. Banga barkirina mala xwe li bi hezaran kesan hat kirin.

Li eyaleta Vîctorîa ku bi nifûsa xwe eyaleta duyemîn a herî mezin a Awûstralyayê ye, lehî rabû. Li Marîbyrnong a girêdayê bajarê Melboûrneyê, mal hatin barkirin. Kolan û wesayît hemû di bin avê de man û mal bi kelekan hatin barkirin.

Serokwezîrê eyaletê, Danîel Andrews ragihand ku 500 mal ketine bin avê û tîmên destwerdana destpêkê, nikarin xwe bigihînin van malan. Andrews diyar kir ku wê bîlanço girantir bibe û got: “Helîkopter tespîta xesarê dikin.”

Berdevkê tîmên destwerdana destpêkê Tîm Wîebûsch hişyarî kir ku rojên pêş dibe, piraniya eyaleta Vîctorîayê ji lehiyê bi bandor bibe.

Li bakurê Tazmanyayê ku eyaleta giravî ya li başûrê eyaleta Vîctorîayê ye, ji ber lehiyê amadekarî tên kirin. Ji bo barkirina malan, ketine nav liv û tevgerê û ji ber barîna zêde ya baranê 120 rê hatine girtin. Herêmeke din a ku ji baranan bi bandor bibe jî, Gallara Başûr a Nû ye ku eyaleta nifûsa xwe herî qerebalix a welêt e. Tê payîn ku vê roja Îniyê li vê eyaletê av rabibe.

Meha Adarê li peravên rojhilatê Awûstralyayê ji ber lehiyan, 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.Di meha Tîrmehê de, bi hezaran şeniyên Sydneyê ji ber şiliyê, neçar man ku terka mala xwe bikin.

Awûstralya, yek ji herêmên ku herî zêde ji lehî, şewatên daristanan, bahoz û hişkesalî û germahiya cîhanî bi bandor dibe. Zanyar, dibêjin ku bi germbûna cîhanê re wê karesatên xwezayî jî zêde bibin.