Li Çiyayên Colemêrgê çar demsal

Ligel ku demsal payîz e jî li çiyayên Colemêrgê çar demsal tên jiyîn.

Li Colemêrgê ya ku gelek çiya, gelî, newal, çem û cemedên mezin hene, ligel ku em di meha Tîrmehê de ne, çar demsal bi hev re tê jiyîn.

Li Zozanê Berçelanê ya ku çavkaniya jiyanê ya mirovayetiyê ye, jiyan didome. Konê koçeran ber çavê mirov dikeve û ava wekî cemedê ya kaniyan jî dibe çavkaniya jiyanê. Ligel ku meha zivistanê ye li van çiyayan kulîkên rengîn û kêzikên li ser van kulîlkan jî gelekî zêde ne.

Li aliyê çepê yê Zozanê Berçelanê Çiyayê Reş û çiyayên din bi heybet xuya dikin. Mirov dibe heyranê van çiyayan. Li lûtkeyan van çiyayan qertel digerin û li berpalên wê cemedên mezin hene û golên ji ber ava cemedê çêbûne. Goal Lîs û Gola Seyîdxan. Ligel hemû qedexeyan jî ev çiya dubare dikin ku hêvî her dem heye.