Xeteriya nebûna dexil û dan û avê li Rojhilata Navîn pir zêde ye

Rêxistina Jîngehê hişyariya ku xeteriya nangiranî û bêaviyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê pir e, kir.

Ji lûtkeya avhewayê ya COP27’ê çend roj mane. Greenpeacê diyar kir ku Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê li ber guherîna avhewayê ji parastinê bêpar in.

Li gor lêkolîneke meha Îlonê hat weşandin û gelek aktor tevlê bûn, Rojhilata Navîn du qat li derên din ên cîhanê zûtir germ dibe. Ji wê boneyê wê zêdeyê 400 milyon mirovên li Rojhilata Navîn dimînin, wê rû bi rûyê pêlên germ ên hewayê, germahiya demdirêj û bilindbûna asta behrê bibin.

Greenpeacê, di rapora ku weşand de wiha got: “Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê li ber guherînên avhewayê bêyî parastin in.“ Greenpeacê da zanîn ku li van deran rîska nangiranî û bêaviyê pir e û destnîşan kir ku wê bandora vê li ser çandinî û tenduristiya mirovan neyînî be. 

Bi vê lêkolînê, tê erêkirin ku ji salên 1980’yî heta bi niha ev herêm 0,4 santîgrat derence zêde germ bûye. Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê zêde hewceyê dexil û danê ji der ve ne. Bi hişkesalî û kêmasiya avê wê ji berê bêhtir hewceyê tiştên ji der ve bibin.

Greenpeaceyê hişyarî kir ku li hin herêman germahiya hewayê gihîştiye heta bi 56 pileyan û bertek nîşan da ku yên cîhanê herî pir diherimînin welatên dewlemend in lê red dikin ku ji welatên din bêhtir pere bidin.

Hilberînerên petrolê yên herêmê Siûdî Erebistan û Mîrîtiyên Ereb ên Yekbûyî, soz didin ku ew ê ji bo xwe bigihîjin armanca xwe ya nêtariya karbonê, bêhtir razemeniyê li enerjiya alternatîf bikin lê gelek çavdêr jê bi şik in ku wê sozên xwe bigirin.