Ji sala 1993’an û vir ve leza rabûna behrê du katan zêdetir bûye

Li gorî raporeke nû ji ber guherandina îklîmê dema germahî zêde dibe asta rabûna behrê jî zêde dibe. Li gorî pisporan li ser bi milyonan kesên li peravên okyanûsê gefeke mezin heye.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê (WMO) diyar kir ji sala 2020’an û vir ve asta behrê bi qasî 10 mîlîmetreyan bilind bûye û gihiştiye asteke bilindtir.

Bi rabûna ava behrê re dibe ku li bajar û welatên nêzî behr û okyanûsê bahozên mezin pêk werin û lehiyên mezin rabin.

WMO’yê di rapora xwe de got leza bilindbûna behrê ji sala 1993’an û vir ve du katan zêde bûye.

Yek ji sedema ku ava behrê zêde dibe helandina çiyayên qeşayê ne. Li Gronlandê li ser hev 26 caran parçeyên mezin ên qeşayê heliyan û di meha Îlonê de cara pêşîn ji dêvila berfê li vir baran bariya.