Bajarê antîk tê talankirin

Girê Zernakî yê 3 hezar salî ku li Ercîşa Wanê tê kolandin, di bin navê restorasyonê de tê xerakirin û talankirin.

Girê Zernakî di dema Împaratoriya Part û Ûrartûyan de hatiye çêkirin, girekî kevnar e ku li ser rûbera 270 hektarî li bakurê navçeya Ercîşê ye. Ev bajarê qedîm li ser girekî ku ber bi navenda bajarê Ercîşê ve hatiye avakirin, weke bajarê herî girîng û nûjen ê serdema xwe naskirin. Bajarê qedîm bi sedsalan mazûvaniya şaristaniyên Part û Ûrartûyan kiriye.

Girê Zernakî wekî cihê ku Kurd lê hatin cem hev û yekîneyên xwe lê ava kirine, tê zanîn. Qralê Ûrartû Menua, ji bo ku dawî li êrîşên hovane yên Asûriyan bîne ku wê demê Asûrî dewleta herî bi hêz a serdemê ye, hemû eşîrên kurdan li Girê Zernakî tîne cem hev û yekîtiya Kurdan ava dike. Bi vî awayî zilma Asûriyan bi dawî dibe. Ûrartû li Girê Zerkanî bajarekî ji dema xwe pir pêştir ava dikin. Ûrartû bi qasî 500 salan aştî û aramî aniye Mezopotamya, Anatolya û Rojhilata Navîn.

Xebatên kolandinê li vî bajarê qedîm ku ji bo gelê Kurd û dîroka wî xwedî cihekî pir girîng e, bi salan ji aliyê dewletê ve hat astengkirin. Ji aliyê xezînegeran û dewletê ve hat rûxandin. Tevî ku herêmeke parastî ye jî, li Girê Zernakî dihat talankirin û beşeke wê ya zêde hatiye tunekirin, nêzî salekê ye xebatên kolandinê lê dest pê kiriye.

Civaknas û nivîskar Îkram Îşler bi bîr xist ku Zernakî Tepe bajarê yekem ê cîhanê bû ku bi plana ‘izgara’ hatiye avakirin û piştre Yewnan û yên din ji xwe re ev plan kirine mînak. Îşler, diyar kir ku xebatên kolandinê ku ev salek e dewam dike bi hevkariya zanîngeh û şaredariyê tê kirin û hat gotin ku dê bê restorekirin û wiha got: “Dema mirov li tiştên ku berê hatine kirin difikire, mirov dixwaze ku restore neyê kirin. Xebatên restorasyonê yên li Kela Wanê ew qas ji eslê xwe dûr hatin kirin ku qadên ku berê hatibûn restorekirin di demeke pir kin de hilweşiyan. Dev ji li gorî esl berdin, bi awayekî xerab hate çêkirin ku di bin navê restorasyona dîrokî de hate tunekirin. Em nizanin ji bo vê restorasyonê çiqasî rant bi dest xistine.”