BI DÎMEN

Paradîgmaya Civaka Demokratîk û Aşitiyê li Bonnê hate nîqaşkirin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di civîna gel a Bonnê de anî ziman ku ji bo qeyrana Rojhilata Navîn were derbaskirin û pirsgirêka Kurd çareser bibe, paradigmaya Rêber Apo diyarker e.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li Bonnê tevlî civîna gel bû. Civîna kul i Josef-Strunck-Halle pêk hat de geşedanên herêmê û Tirkiyê, têkoşîna gelê Kurd a demokrasi û azadiyê, pêvajoyê ku bi paradigmaya Rêber Apo ya nû ve destpê kirî hate nîqaş kirin.

Siyasetmedar, nûnerên Navêndên Civaka Demokratîk a Kurd û gelek Kurdîstanî tevlî civînê bûn.

Civîna ji bo şehîdan bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Omer Ocalan di civînê de axivî û li pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aşitiyê” nirxandin kirin. Omer Ocalan got, “hemû malbat û dayîka şehîdan bibîr tînim. Armanca min a hatina vir bi gel re bûyîna yek, hest, fikir û nêrînê wan girtin e.”

Omer Ocalan di axavtina xwe de lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd a demdirêjî bibîr xist û li ser pêvajoya nû sekinî. Omer Ocalan wiha dirêjî da axavtina xwe: “di sala 1993’an de li serdema Ozal û heta 2013’an gelek gavên cuda yên aşitiyê hatin avêtin. Lê belê berxwedana pergalê ya li hemberî aşitiyê nehîşt ku ev pêvajo bi aşitiyê encam bibe. Birêz Ocalan van danehevan li ber çavan digire û îro paradîgmayek nû pêşniyar dike. Ev paradigmaya ku avakirina Civaka Demokratîk armanc dike tenê ji bo Gelê Kurd ne, ji bo Rojhilata Navîn jî tê wateya hêvîyeke.  Vê carê divêje bi hêvî ye. Divê vê pêvajoyê de herkes berbirsyarî bigire. Xitimandina kul i Rojhilata Navîn tê jiyandin encex bi vê paradigmaya birêz Ocalan dikare were derbaskirin.”

Omer Ocalan anî ziman ku divê herkes cidî nêzî xwe fesihkirina PKK’ê û dev ji çekan bernanê bibe û wiha domand: “bi dawî anîna têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ji bo demokratîkbûna pirsgirêka Kurd û vebûna pêşiya çareseriya siyasî gavekê dîrokî ye. Divê neyê bîrkirin ku yê ku şer dikin, dikarin aşitiyê çêkin. Divê li Rêberê gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd bi bawer bin. Pêvajo bi gavên saxlam û bi biryar tên meşandin. Pirsgirêka Kurd tenê bi Tirkiyê ve bi sînor nîne, di vê mijarê de Îran, Irak û Sûriyê jî divê berpirsyarî hilde.”

Civîn bi nirxandina beşdaran û bersivdayîna pirsên wan bidawî bû.