COP27: Bi destpêkirina civîna NY’yê re hişyariya ‘aloziya avhewayê’ kirin

Lûtkeya guherîna avhewayê ya NY’yê ku li Misirê tê lidarxistin, bi hişyariya “Dinya êdî şaneyên xeteriyê dişîne“ dest pê dike.

Serokê COP27’ê Wezîrê Karên Derve yê Misirê Sameh Shoukry bang li serokan kir ku li ser mijara krîza dexil û dan û enerjiyê ya têkildarê dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, ku tevbigerin û nehêlin avhewa biguhere. Shoukry wiha axivî: “Haya me ji zehmetiya em li Şarm El-Şêxê rû bi rû ne heye û nîşandana biryardariya ku em ê ji heqê van zehmetiyan werin der, di ruhê me hemûyan de heye.“

Guterres, bi peyama bi vîdyo şand ji konferansê re, Rapora Rewşa Avhewayê ya Kûreyî ya sala 2022’yan wek “kronîka aloziya avhewayê“ bi nav kir. 

Pêşbîniya zanyaran a di raporê de ew e ku ji serdema beriya pîşesaziyê ta bi niha germahiya kûreyî 1,5C zêde bûye û diyar dikin 8 salên dawîn salên herî germ ên heta bi niha ne.

Di raporê de her wiha hişyarî hat kirin ku dibe guherîna avhewayê bandorê li bilezbûna rabûna asta deryayan, helîna perçeyên berf û qeşayê bike û pêlên germê yên herî zêde rabibin. 

Guterres got ku li gor van keşif û encaman divê COP27 çalakiyên lezgîn û qanihker ên ji bo avhewayê ji xwe re bike rojev.

COP27, wê bi Lûtkeya Serokên Cîhanê ku wê roja Duşemê bi axaftinên bi pênc deqeyan ên serokên dewlet û hikûmetan ku hêvî û daxwaza wan ji civînê çi ye, dest pê bike.

Tê payîn ku ji bo derbasbûna enerjiya nû dibe Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sûnak bang li serokên cîhanê bike ku bi awayekê pêşverûtir û zûtir tevbigerin.