ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Ebû Ebdo 8’ê Çileyê li Helebê dema bi erka xwe radibû di encama dilêşiyê de şehîd bûye. -
Cenazeyê QSD’ê Tebqawî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El-Silêman (Hemdelî Tebqawî) yê dima li Reqayê bi erka xwe radibû şehîd ket, li Şehîdgeha Tebqayê bi merasîmekê spartin axê. -
Malbatên Şehîdan ber bi Nûnertiya NY’yê ve meşiyan
Bi hezaran malbatên şehîdan ên Herêma Cizîrê, bi meşekê ya li Qamişlo lidar xistin, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan. Malbatên şehîdan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafiran re bê qedexekirin, bang li NY’yê kirin. -
YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir ku yek ji wan enternasyonalîst e
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan ê entersyonalîst Hîwa Basco 7’ê Kanûna 2018’an û şervanê wan Baqir Nehsan 5’ê Çileya 2019’an şehîd bûye. -
Li Kobanê cenazeyê 3 şehîdan hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê endamên asayîşê Wês Romî, Celal Şêx û cenazeyê şervanê YPG’ê Baqir Neîsan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Sivîtlana ya DAÎŞ’î qala rizgarbûna xwe ya ji DAÎŞ’ê kir
Şervanên QSD’ê di Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê Hecînê jina bi navê Sivîtlana ya DAÎŞ’î ji nava lepên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Sivîtlana ya ku hatibû rizgarkirin qala hovîtiya çeteyan û rizgarbûna xwe kir. -
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Kirefe bi bîr anî
Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst, şervanê xwe yê bi navê Dogan Kirefe (Mûzaffer Kandemîr) ku berî du salan di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, bi bîr anî. -
Hêzên QSD'ê bi sedan sivîlên din ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê El-Sûsayê bi sedan sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
Cenazeyê 12 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin
Welatiyên Dêra Zor û bajarokê El-Besîra cenazeyê 12 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin. -
Cenazeyê sê şervanên QSD’ê bi merasîmeke heybet hate veşartin
Welatiyên Til Temirê cenazeyê şervanên QSD’ê Kawa, Tolhildan û Agirî bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin. -
Li Hesekê cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Casim Şihab (Seydo Hesekê) û cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelef (Fehed) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilşêr hate veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Loey Salih (Dilşêr) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin. -
Xwendekarên Reqayê bi coş û kelecaneke mezin beşdarî ezmûnan bûn
Komîteya perwerde û zanîstê ya encûmena Sivîl a Reqayê li dibistanan dest bi ezmûna werza yekemîn kirin. -
Li Şêrawa 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê, li Şêrawa li dijî wesayîteke koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiye çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. -
'Em ne cîranê hev in, çawa dibe ku em petrolê bifiroşin Îranê?'
Hevserokê Îdareya Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saad Xidir Essaf bersiv da îdîayên Serokê DYE'ê Trûmp ku digot "Kurd petrolê difiroşin Îranê" û got, "Em û Îran ne cîranên hev in, di navbera me de bazirganî nîne." -
Cenazeyê şehîdê QSD’ê Xencer bi merasîmekê hate veşartin
Bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar Mihehemd Xencer (Zana) ku 29‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li Goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê hate veşartin. -
Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê spartin axê
Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed El-Şûeyîb (Mihemed) û Ehmed El-Ayîş (Mûrat) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Kerama li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê. -
Rûsya li Idlibê xist, Tirkiye xwe kerr û kor dike
Piştî ku HTŞ'ê li rojavayê Helebê hemû herêm ji koma Nuredîn Zenkî stand Rûsyayê êrîşa hewayî bire ser HTŞ'ê. Tirkiye li bara şer û êrîşa hewayî xwe kerr dike. -
Cenazeyê şehîd Şakir li Til Koçerê hate veşartin
Welatiyên Dêrikê, Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd a girêdayî QSD’ê Şakir Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin. -
Cenazeyê 4 şehîdên azadiyê li Hesekê hate veşartin
Welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 4 şehîdên têkoşîna azadiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Helinc hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Resûl (Mehmûd Helinc) bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Li Îdlibê şerê plankirî
Komên çete yên ku dewleta Tirk li pişta wan e, li Îdlibê bi kev ketine. HTŞ'ê êrîşên xwe li herêmên sînor ên li bakur giran kir. Eniya Rizgariya Neteweyî jî li başûr eniyeke nû ya şer vekir. Tê gotin ku şer di çarçoveya plana Tirkiyeyê de tê kirin. -
YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
YPG'ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mehmûd Helinc, di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li herêma Dêra Zorê şehîd bûye. -
QSD'ê 700 sivîlên din jî rizgar kir
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi sedan sivîl ji dest çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. -
Pompeo: Beşek ji mîsyona me ye ku Tirk Kurdan nekujin
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo îdîa kir, beşek ji mîsyona Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew e ku Kurd bi destê Tirkan neyên kuştin.