Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê spartin axê

Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed El-Şûeyîb (Mihemed) û Ehmed El-Ayîş (Mûrat) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi tevlîbûna sedan welatiyên bajarê Kerama li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Bi merasîmekê cenazeyê şervanên QSD’ê QSD’ê Mihemed El-Şûeyîb (Mihemed) û Ehmed El-Ayîş (Mûrat) ên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar spartin axê.

Girseya gel cenazeyê şehîdan ji ber qada Selama ya bajaroka Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîda Sêvdar ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Malbatên Şehîdan Ehmed El-Suhêl, Fermandariya QSD‘ê Qehreman Hesekê û bi navê Meclîsa jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn. Her wiha hate gotin ku gelê Reqayê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giranbuha dane û îro jî ji bo rizgarkirina Dêra Zorê li hemberî DAÎŞ şer dikin.

Piştre nasnameya şehîdbûnê ya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Şervanan cenazayê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.