Cenazeyê şehîdê QSD’ê Xencer bi merasîmekê hate veşartin

Bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Emar Mihehemd Xencer (Zana) ku 29‘ê Kanûnê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li Goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê hate veşartin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Xencer ê di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîdan a navçeyê ve ketin rê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Karwanê cenaze yê li goristanê ji aliyê bi dehan kesî ve hate pêşwazîkirin ji bo giyanê şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê ve merasîm destpê kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Mihemd Xilêwî axivî û got:" Şehîd Emar Xencer ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda kir.”

Endamê têkiliyên QSD`ê El-Hac Ehmed El-Kîrt diyar kir ku li hember keda şehîdan bejna xwe ditewînin.

Di dawiya merasîmê de Hevserokê Meclîsa navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef nasnameya şehîd xwendin û radestî malbatê kir.

Cenzeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.