ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Pompeo: Beşek ji mîsyona me ye ku Tirk Kurdan nekujin
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo îdîa kir, beşek ji mîsyona Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew e ku Kurd bi destê Tirkan neyên kuştin. -
Ciwanan li Hesekê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li Hesekê ciwanan bi meşekê gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Şerê di navbera çeteyan a li Îdlibê de dewam dike
Şerê di nabera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a li Îdlibê de dewam dike. Di şerê bi dehan çete hatin kuştin de, koçberekî ku li Kampa Atmê ya dikeve bakurê bajêr jî birîndar bû. -
Li dijî dagirkeriyê li Serêkaniyê meşeke heybet
Bi sedan kes li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk a li ser Rojava li Serêkaniyê meşeke bi heybet hate kirin. -
Çeteyên Enqereyê bi hev ketin, gelek çete mirin
Li Sûriyeyê çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir, li dijî hev şer dikin. Tê ragihandin ku gelek çete mirine. -
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî, li Helebê jî çalakiya kon hate vedan
Li serêkaniyê û Helebê li dijî polîtîkayên tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk çalakî dom dikin. -
YPG’ê bîlançoya xwe ya sala 2018’an eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya giştî ya sala 2018’an a YPG’ê weşand. -
Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 10 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin û 20 baregehên çeteyan hatin rûxandin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin. -
Çûn sefera Minbicê, man ji Îdliba berê
Dewleta Tirk, ji bo dagirkirina Minbicê di nava Washîngton û Moskowayê de diçe û tê. Di rewşeke wiha de herêma Îdlibê ku dewleta Tirk garantorê wê ye, tevlîhev bû. Hewldanên êrîşî yên dewleta Tirk ên li ser Minbic û Erîmayê jî dewam dikin. -
Şervanên QSD’ê li Hecînê dest danî ser rêjeyek cebilxane
Şervanên QSD’ê yên li herêmên Hecînê yên hatine rizgarkirin xebatên lêgerîn û paqijiyê dane destpêkirin, dest danî ser rêjeyek çek û cebilxaneyên DAÎŞ’ê. -
Şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 9 şervanan ku di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû, bi merasîmeke heyebet li Goristana şehîdan hatin veşartin. -
Li dijî gefên dewleta Tirk, çalakiyên gelê Minbic û Serêkaniyê didome
Welatiyên Minbîc û Serêkaniyê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne. -
Çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin, 26 ji hev kuştin
SOHR, ragihand di şerê di navbeyna çeteyên 'Eniya Rizgariya Netewî' û Heyet Tehrîr El Şam de gelek endamên çeteyan hatine kuştin. -
Komîteyeke ku partiyên siyasî yên Kurdan li hev kom bike, ava bû
Nûnertiya Rojava ya KNK'ê, ji bo rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd hemûyan li dijî gefên dagirkeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tên xwarin li hev kom bike, komîteyek ava kir. -
Di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û çeteyên Tirk de şer derket
Li rojhilatê Babê, di navbera Meclîsa Leşkerî ya Babê û komên çete yên ku dewleta Tirk bi navê 'Mertala Firatê' li hev kom kiriye, şerekî dijwar qewimî. -
Li Îdlîbê çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin
Dewleta Tirk ji bo ku Îdlîbê ji rojevê derxîne xwe amade dike ku êrîşî Minbîcê bike lê li Îdlîbê çeteyên girêdayî wê bi hev ketine. -
Welatiyên Minbicê: Em ê dagirkeriyê qebûl nekin
Dewleta Tirk ji bo operasyoneke mihtemel a li dijî Îdlibê ji rojevê derxîne berê xwe daye Minbicê, gelê Minbicê diyar kirin ku dewleta Tirk li pey fîtneyê ye û ragihandin ku ew ê dagirkeriyê qebûl nekin. -
Li Hecînê QSD’ê dest danî ser rêjeyek çek û cebilxane
Şervanên QSD’êli Hecînê di encama lêgerînan de dest danî ser hinek çek û cebilxaneya çeteyên DAÎŞ’ê. -
Cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan hate veşartin
Welatiyên Qamişlo cenazeyê Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fetîh bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Çeteyen Enqereyê dîsa êrîşî Minbicê kirin
Çeteyên dewleta Tirk, ji sînorê çemê Sacûrê yê herêma Minbicê gule berdan bendên kontrolê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. -
Li Sûriyeyê di sala 2018'an de nêzî 20 hezar kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, sala 2018'an nêzî 20 hezar kes li Sûriyeyê mirine. -
‘Nûnerê Minbicê’ yê Tirkiyeyê fenbaz derket
Derket holê ku kesê ku dewleta Tirk ew bi navê nûnerê gel ê Sûriyeyê qebûl kiriye, navê wî sixte ye û fenbaz e. -
Kampanya alîkariyê ji bo penaberên li Şehbayê
Navenda enformasyonê ya Jin Rabin Ser Piya, ji bo Efrîniyên piştî dagirkeriya Tirk neçar man li kampan bimînin, dest bi kampanya alîkariyê kir. -
QSD'ê sala 2018'an jî gelên Sûriyeyê parast
Şervanên QSD'ê, sala 2017'an Reqa ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û sala 2018'an jî şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê dewam kirin. Pêkhateyên QSD'ê di nava salê de berxwedana herî mezin li dijî dewleta Tirk û komên wê yên çete da. -
Li Dêrikê cenazeyê 3 şehîdan hate veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê Mihemed Henan (Agirî) û Sair El-Ziyab (Şiyar Çil Axa) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El-Mitêr bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.