Rûsya li Idlibê xist, Tirkiye xwe kerr û kor dike

Piştî ku HTŞ'ê li rojavayê Helebê hemû herêm ji koma Nuredîn Zenkî stand Rûsyayê êrîşa hewayî bire ser HTŞ'ê. Tirkiye li bara şer û êrîşa hewayî xwe kerr dike.

Komên cîhadîst ku dewleta Tirk di hevdîtinên Astana û Soçiyê de garantoriya wan kirî li bejahiya Idlib, Hema û Helebê bi hev dikevin.

Piştî komên çete yên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên bi pêşengiya El Nûsra li rojavayê Helebê gelek herêm ji dest koma çete ya Nuredîn Zenkî stand, balafirên şer ên Rûs li hin herêman li cihên HTŞ'ê xist.

ÎDÎYA KU NUREDÎN ZENKÎ REVIYAYE EEFRÎNÊ

Piştî ku HTŞ'ê beriya bi 4 rojan ji bakurêrojhilat ê Idlibê ber bi rojavayê Helebê ve êrîş da destpêkirin, li herêmê gelek cihên wekî Daret Iza, Qıbtan El Cebîl ji dest Nuredîn Zenkî hatin standin û ketin destê HTŞ'ê. tê gotin kome çete Nuredîn Zenkî reviyaye Efrînê.

RÛSYA LI HTŞ'Ê XIST
Li ser vê, bi şev balafirên şer ên Rûsyayê li Keferniha, Urm, Atarib, Daret Iza û El Rehalê li HTŞ'ê xist.

Balkêş e, Tirkiye ya ku li Soçî û Astanayê garantoriya van komên çete kirî, li ser şerê di navbeyna komên çete û li ser êrîşên hewayî yên Rûsyayê xwe kerr û kor dike.