ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
NÛ BÛ- Li Minbicê teqînek pêk hat
Li Minbicê teqîneke mezin pêk hat. -
Dagirkeriya Tirk li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Hesê yê Efrînê 3 welatiyên kal revandin. -
Şervanên QSD’ê li Hecînê dest danîn ser depoyeke ya çekan
Şervanên QSD’ê yên ber bi Hecînê ve bi pêş ve diçin, gelek wesayîtên çeteyên DAÎŞ’ê îmha kirin, destdanî ser depoyeke ya çek û cebilxaneyan. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Casim li Til Hemîsê hate veşartin
Welatiyen navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Mûsa Salih El-Casim (Xesan) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê veşartin. -
Cenazeyên şervanên QSD’ê Xidir û Iweyid spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî bi merasîmekê cenazeyên şervanên QSD’ Ebdullezîz Xidir (Can Fîda) ûElî El Iweyid (Zinar Hesekê) yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Hesekê spartin axê. -
Eşîrên Herêma Firatê li dijî dagirkeriyê bang kirin
Pêşeng û rûspiyên eşîrên Ereb ên Herêma Firatê li hemberî gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk hatin ba hev û bang kirin. -
'Em ê li dijî hemû êrîşan gelê Minbîcê biparêzin'
Dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên li derdora Minbîcê çeperên xwe xurt dike. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku tevgera dewleta Tirk ji nêz ve dişopîne ragihand ku ew amade ne hemû êrîşên li dijî Minbîcê têk bibin. -
Rêveberiya Xweser li ser gefên Tirkiyeyê daxuyanî da
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir, gefên dewleta Tirk û biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) firsend daye DAÎŞ'ê û bang li hêz û civata navneteweyî kir. -
Sûriye û Îsraîl hevdu sûcdar dikin
Balafirên şer ên Îsraîlê, êvara Sêşemê bombe li du tesîsên li nêzî paytexta Sûriye Şamê dan. Îsraîlê ragihand ku ji xaka Sûriyeyê fuze ber bi wan ve hatiye avêtin, lewma wan êrîş kirine. -
Li Sûsê, Şafa û Baxozê herî kêm 100 çete hatin kuştin
Li Dêra Zorê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran diqewime. Herî kêm 100 çete hatin kuştin. -
'Suryanî wê li her derê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin'
Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî Senherîb Bersûm bal kişand ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Suryanî hemû wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin." -
Koçer: Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin
Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Hesen Koçer got, "Li ber Sûriyeyê du rê hene: Ya wê sîstemeke demokratîk ava bibe, ya jî wê sîstemeke selefî biafire." Koçer diyar kir, Kurd bi hêza xwe dikarin bi ser bikevin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ednan hate veşartin
Welatiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê YPG’ê Îmad El-Mensûr bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Til Koçer a Qamişloyê veşartin. -
Cenazeyê du şervanên Ceyş El-Siwar li Tebqayê hate veşartin
Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanên Ceyş El-Siwar Hisên Abdullcebar (Ebû Sarî) û Elaa El-Xewlî (Qeyser) bi merasîmekê li goristana şehÎdan a Tebqayê veşartin. -
Asûrî û Sûryanî: Dewleta Tirk nikare yekîtiya me têk bibe
Asûrî û Sûryaniyan gotin li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ê yek bin û li ber xwe bidin. -
Rayedarên Suryanî: Gelên me bê alternatîf nînin
Rayedarên Suryanî yên hêzên leşkerî û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE'yê ya vekişînê nirxandin. Rayedaran gotin, gel bê alternatîf nîne û projeyên xwe yên nû hene. -
Li ser rêya Recoyê teqîn
Li ser rêya Raco ya li pêşiy navenda 'Artêşa Mîllî'teqînek mezin pêk hat. -
Çeteyên dewleta Tirk şerê hev dikin
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a li ser Çemê Sacûr êrîşî nuqteyên leşkerî yên wan kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyan li gundê Taxûra Mezin şerê hev kirine. -
Li Hecînê 30 çete hatin kuştin
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li eniyê Şafa û Sûsê yên ser bi Hecînê ve, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran diqewime. Di şer de 30 çete hatin kuştin. -
QSD: 97 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 97 çete hatine kuştin û miqdarek cebilxane ketiye destê şervanan. -
Cenazeyê 4 şervanên QSD’ê li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên Dêra Zor û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê Ebû Xeşeb veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê Îbrahîm li Til Temirê hate veşartin
Welatiyên Til Temirê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Îbrahîm Herher bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin. -
Hêzên Rizgariya Efrînê: Li Ezazê du çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li derdora bajarokê Kil Cibrîn a herêma Ezazê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. -
Çeteyên Enqereyê dîsan êrîşî Minbicê kirin
Komên çete yên girêdayî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êrîşî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. -
Şervanên QSD'ê zêdeyî hezar sivîl li Dêra Zorê rizgar kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de zêdeyî hezar sivîl li Dêra Zorê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.