YPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YPG'ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mehmûd Helinc, di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li herêma Dêra Zorê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê 'Şerê tinekirina terorê' de hate kirin û hate gotin, derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê tên xistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "2'ê Çileyê, hêzên me li derdora bajarokê Hecîn û gundewarên Dêra Zorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyon li dar xistin. Di encama van operasyonan de gelek kuştiyên çeteyan çêbûn, lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketine. Di van operasyonan de hevrêyê me Mehmûd Helinc li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mehmûd Helinc
Nav û paşnav: Mehmûd Resul
Navê dayikê: Necma
Navê bav: Weys
Cihê ji dayikbûnê: Kobanê
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 2'ê Çileya 2019'an

Em ji malbata şehîd û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevrêyê xwe yê şehîd de em tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin."