Xwendekarên Reqayê bi coş û kelecaneke mezin beşdarî ezmûnan bûn

Komîteya perwerde û zanîstê ya encûmena Sivîl a Reqayê li dibistanan dest bi ezmûna werza yekemîn kirin.

150 Xwendekarên Reqayê ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de ji dibistanên xwe dûr ketibûn, piştî 5 salan derbasî dibistanên xwe bûn û ji bo sala perwerdeyê ya 2018-2019’an tevli ezmûnên werza yekemîn bûn.

Piştî ku xwendekaran ezmûna devokî û ya nivîskî bi dawî kirin îro beşdarî ezmûna giştî ya werza yekemîn bûn.

Rêvebera dibistanê Hemîd El Zahir ji ANF’ê re axivî û got; “Me îro dest bi ezmûnên werza yekemîn li bajarê reqa û gundewarên wê kir. Ev ezmûna duyemîn e xwendekar bi dawî dikin, roja Pêncşemê ezmûna ziman û îro jî ezmûna bîrkarî hate kirin. Xebatên perwerdeyê baş didome.”

Xwendekarê bi navê Emîr Xelef ku li refa 6’an dixwîne wiha got; “Ev 5 sal bûn em ji xwendinê qut bûbûn. Lê îro em vegeriyan dibstianê û bi coş û kelecanek mezin em beşdarî ezmûnan bûn. Ez serketinê ji hemû xwendekaran re dixwazim.”