YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Ebû Ebdo 8’ê Çileyê li Helebê dema bi erka xwe radibû di encama dilêşiyê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê wan Ebû Ebdo 8’ê Çileyê li Helebê dema bi erka xwe radibû di encama dilêşiyê de şehîd bûye.

YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û got; “Em ê bîranîna şehîdên xwe di têkoşîna xwe ya azadiyê de hertim bi bîr bînin û bidin jiyîn.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye;

Nasnav: Ebû Ebdo

Nav û Paşnav: Mihemed Nadir

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ebû Nasir

Cihê Jidayikbûnê: Heleb

Cih û Demê Şehadetê: Heleb / 8’ê Çileya 2019