BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk li Freiburg û Viyanayê hatin protestokirin

Êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Freiburg ê Elmanyayê û paytexta Awistirya Viyanayê bi du mitîngên cuda hatin protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Freiburg ê Elmanyayê li ser banga Konseya Jinên Kurd-KCDK-E’yê li qada Platz der Alten Synagoge li hev civiyan, li dijî êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Gerîlayên  Azadiyê mîtîng hate lidarxistin. Çalakî di saet 17:00’an de destpê kir û bi dehan kes bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Gerîla” êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyên çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk tevî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo jî ku di 27’ê Sibatê de kir, kûrkirina şerê didomîne. Beşdarên çalakiyê destnîşankirin ku gelê Kurd wê di şer de jî di aştiyê de jî Rêber Apo û têkoşîna gerîla esas bigre.

LI VIYANAYÊ BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN

Li paytexta Awistirya Viyanayê jî li dijî êrîşan ji aliyê DemKurd ve meşa protestoyî hate lidarxistin. Meşa ku ji Christian-Broda-Platzê destpê kir, heta Museumsquartierê dewam kir. Çalakî ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Avestayê Nurcan Guleryuz axivî. Guleryuz îşaret bi daxuyaniyên HPG’ê kir û diyar kir ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer, çekên giran û gazên kîmyewî êrîş tên kirin.

Guleryuz diyar kir ku ev êrîş ne tenê li dijî gerîlayên azadiyê ne di heman demê de sûcên li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Dewleta Tirk konsepta şerê taybet a ji bo tunekirina hêviya çareserî û aştiyê pêk tîne. Çekên kîmyewî yên ku tên bikaranîn sûcê şer e û rasterast êrîşa li dijî pêvajoya aştiyê ye. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bikeve tevgerê û li dijî van sûcên şer dengê xwe bilind bike.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Be Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin û alên ku wêneyê Rêber Apo li ser bûn, hatin hilgirtin.