Li Darmstadrê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin protestokirin

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk bi mîtîngekî hate protestokirin.

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinan li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk mitînga protestoyê hate lidarxistin. Di çalakiya ku li Qada Luisenplatzê hate lidarxistin de êrîşên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla ên tevî agirbesta yek alî ya PKK’ê jî, hatin protestokirin.

Mîtîng ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre danezana ku ji aliyê Konfederasyona Civakên Kurd ên li Elmanya (KON-MED) ve hatibû amadekirin û di nav de operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin, hate xwendin.

Di mîtîngê de Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan axivî. Çopan îşaret bi êrîşên kîmyewî kir û diyar kir ku ev êrîş astengkirina bidestxistina statuya gelê Kurd hedef digre û destnîşan kir ku wê ji xeta têkoşînê tawîz neyê dayîn.

Çopan îşaret bi geşedanên li Rojhilata Navîn kir û anî ser ziman ku Tirkiye bandora Îsraîlê ya li ser herêmê ji nedîtî ve tê, lê hewl dide ku Kurd nebin xwedî statu.

Çopan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî jî û got ku divê bi hevgirtina hêzên demokratîk ên li Ewropayê re têkoşîn were mezinkirin û wiha got: “Gelê herî xurt gelê rêxistinkirî ye. Di vê erdnîgariyê de rêxistina herî xurt rêxistina gelê Kurd e. Eger em li her qadê birêxistinkirî bimînin û têbikoşin em ê qezenc bikin.”

Çopan diyar kir ku divê gel zêdetir hestiyariyê nîşan bide. Çopan bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û bang li hemû beşdaran kir ku ji bo têkoşînê amade bin.