ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê banga berxwedanê kir
Rêveberiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo salvegera yekê ya dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kir. -
Li dijî êrîşa ser Minbicê helwest: Hevkarî wê geş bibe!
Piştî ku li Minbicê 4 jê leşkerên Emerîkî 15 kes bdi êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, gelek sazî û welatan helwest nîşan dan. -
Leşkereke DYE’yî û alîkarê wê jiyana xwe ji dest dan
Leşkereke DYE’yî û alîkarê wê yê ku di teqîna Minbicê de birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan. Hejmara leşkerên di teqînê de bû 4, bi giştî bûn 15 kes mirin. -
Cenazeyê 2 sivîlên li Mibicê jiyana xwe ji dest dabûn anîn Kobanê
Cenazeyê welatiyên sivîl ên bi navê Hemze Şiyar û Weyso Faris ên di teqîna li Minbicê pêk hate de şehîd bibûn, gihişte Kobanê. -
Şehîdê QSD’ê El-Deham hate veşartin
welatiyên Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD`ê Mensûr El-Deham ê 13‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li Goristana şehîdên Til Hemîsê hate veşartin. -
Komîteya Tenduristiyê ya Minbic: Di êrîşê de 13 kes mirine
Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê, ragihand ku di êrîşa îro pêk hatî de 3 jê leşkerên DYE’yê, 2 şervanên Meclîsa Leşkerî û bi giştî 13 kes jiyana xwe ji dest dane. -
QSD’ê ji bo ‘herêma biewle’ şert danî: Baweriya navnetewî
QSD‘ê piştgirî da avakirina herêma bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi şertê ku di bin garantiya navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriyên qirkirinê biparêze. -
Dîmenê teqîna li Minbicê
Dîmenên êrîşa xwekujî ya li Minbicê hate weşandin. -
Li Minbicê teqîn: 2 jê leşkerên DYE 11 kesan canê xwe ji dest dan
Li bajarê Minbicê yê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, teqîneke mezin pêk hat. Leşkerên Emerîkî jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Şam: Tirkiye tenê bi zimanê êrîş û dagirkeriyê dizane!
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, li ser herêmeke ewle ya gengaz a bi kontrola dewleta Tirk got, "Êrîşa Tirkan." -
Li taxa Mahmûdiyê ya Efrînê teqînek çê bû
Li nuqteya çeteyên Hamzat a li taxa Mahmûdiyê ya Efrînê teqînek çêbû. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelîl Dêrik hate veşartin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG’ê Hemza Şiwîş (Xelîl Dêrik) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Sefîrê nû yê Neteweyên Yekbûyî çû Sûriyeyê
Sefîrê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê ji bo Sûriyeyê wezîfedarkirî Geir Pedersen, roja Sêşemê çû serdana Şamê. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê El-Hisên li Tirbespiyê hate veşartin
Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Xidir El-Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin. -
Şehîdên YPG’ê û QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê Mihemed Leylî (Ehmed Girkê Legê’ û QSD’ê Ewad El-Delî (Gernas) û Mihemed Xelab (El-Egîdî) ên di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbûn, spartin axê. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê yê Misrî li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê yê Misrî Tariq El Hesen ê di Pêngava Bagera Cizîrê ya li herêma Dêra Zorê dom dikr de şehîd bibû, bi merasîmekê li Şehîdgeha Til Temir bi merasîmekê hate veşartin. -
Malbatên Şehîdan li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi hezarana Malbatên Şehîdan ên Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê meşek bi heybet lidar xistin. -
Li Dêrikê fermandar Xebat Dêrik li ser gora xwe hate bibîranîn
Sazûmankarê YPG’ê fermandar Xebat Dêrik ku beriya 8’an bi komployekê hatibû şehîdxistin, bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Talankirina zeytûnên Efrînê di rojeva Fransayê de ye
Kovara Le Poînt a Fransayê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan disekine. Kovar li ser talankirina zeytûnên Efrînê sekiniye û balê dikşîne ser sûcên şer. -
YPG’ê fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
YPG: Kesayetên mezin ew kes in ku kesayet, civak û xwezaya xwe nas dikin, hemû hebûn û derfetan bi kedek mezin bê teredud rêxistin dikin û ji tinebûnê serkeftin û jiyana azad diafirînin. -
Serokê eşîrê ê sixte ê nêzî Erdogan alîgirê El Nûsrayê derket
Mehmûd Cedan El Hîfîl ê ku Şêxê eşîra Agedat ên li Dêra Zorê ye, diyar kir ku qebûl nakin ku dewleta Tirk hinek eşîran bikişîne ba xwe û nabe ku ev kes li ser navê wan bipeyive. -
Şehîdên Minbicê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nûrî Ehmed Şêxo û Mihemed Mustefa yên ku di encama teqîna mayînê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê hatin veşartin. -
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Fehed Hesekê, Elî Pusat û Nesir bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin. -
QSD: 23 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 23 çete hatine kuştin û 18 nuqteyên nû hatine rûxandin. -
Serokên êlên herêma Reqayê piştgiriyê didin hêzên QSD’ê
Gelek serokên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku ew piştgiriya QSD’ê dikin û destnîşan kirin ku QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîneke giranbuha kiriye.