Cenazeyê 4 şehîdên azadiyê li Hesekê hate veşartin

Welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 4 şehîdên têkoşîna azadiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Eraka Xweparastinê Reşad Hemar, şervanên QSD‘ê Rakan El-Cerbû (Berxwedan) û Xesan Elî Hemad (Demhat) û şervanê YPG‘ê Hesen El-Hesen (Şivan Alan) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bî Goristana Şehîda Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Rewa Hisên axivî û got; “ Ji bo parastina azadî û rûmetê em têdikoşin. Em bejna xwe li beramberî cenazeyê pîroz ên şehîdan ditewînin ku bi xwîna wan welatekî azad ava dibe.”

Piştre li ser navê hêzên leşkerî fermndar Salim Îbrahîm, endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Şêxmûş Ehmed axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.