Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

Deriyê Qaîm ê bi ser sînorê Sûriyeyê ve bi fermî hat vekirin û jinûve tevgera bazirganî û welatiyên her du welatan destpê kir.

DERIYÊ SÎNOR Ê QAÎM

Komîsyona Deriyên Sînorî yên Iraqê ragihand ku Deriyê Qaîm ê sînor bi awayekî fermî hat vekirin û jinûve tevgera danûstandina bazirganiyê û derbasbûna welatiyên di navbera Iraq û Sûriyeyê de hat destpêkirin.


Komîsyonê bi bîr xist ku piştî tedbîrên teftîş û niştecihbûnê hatin kirin, yekemîn kamyona Sûriyeyê di derî re derbas bû. Her wiha proseyên pevguhertina bazirganî li aliyê Iraqê, li gorî belgeyên hatine pejirandin têne kirin. Ev pêşketin wê rê li ber zindîbûna aboriya her du welatan veke.