Li Pirsûsê Altûn û Kaytan hatin bibîranîn

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li navçeya Pirsûsê hatin bibîranîn.

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bibîranîn.Merasîma ku li avahiya DEM Partî ya Pirsûsê li dar ket, gelek welatî beşdar bûn. Di bibîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” berz bûn û di salona merasîmê de wêneyên Altûn û Kaytan hatin daliqandin. Di merasîmê de sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin û sînevizyona der barê têkoşîna Altûn û Kaytan hate nîşandan. 

 ‘EM Ê GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNA WAN BIN’

 Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berîvan Kocaoglû, helbesta Alî Haydar a “Ez mirov bûm" xwend. Dayika Aştiyê Fatma Akbaş, cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got: “Em ê tu car wan ji bîr nekin.” Dayika Aştiyê Makbûle Yavûzer jî got: “Em ê girêdayî têkoşîna wan bin.”