Wêneyên satelîtê yên ku îro ji hêla Maxar Technologies ve hatine parvekirin, nîşan dide ku zirarek mezin gihîştiye sê avahiyan li tesîsa nukleerî ya Natanzê ya Îranê û li hin avahiyan şopên şewatê hene. Ev tesîs, Tesîsa Dewlemendkirina Sotemeniyê ya Pîlot e û Îran li wir ji sedî 60 dewlemendkirina ûranyûmê hildiberîne.
Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku beşa jorîn a tesîsê bi tevahî wêran bûye.
BBC Verify dîmenên teqînên li nêzî Balafirgeha Mehrabad a Tehranê piştrast kir. Şahid û dîmenên li medyaya dîjîtal tên weşandin dûmanên reş ên ji du cihên cuda tên dîtin. Medyaya Îranê ragihand ku pawana hêzên hewayî hedef hatiye girtin.
Her çiqasî rayedarên Îranê diyar kirin ku tesîsa dewlemendkirina ûranyûmê ya Fordow jî hedef hatiye girtin jî, artêşa Îsraîlê ev îdia red kir. Li gorî wêneyên satelîtê, ti zirareke berbiçav li Fordow û tesîsên din ên nukleerî yên li Arakê çênebûne.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku eger êrîşên Îsraîlê berdewam bikin, wê Hêzên Çekdar ên Îranê bersiveke "bihêztir û tundtir" bidin. Pezeşkiyan ev daxuyanî di dema axaftina bi telefonê ya bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re da.
ÎSRAÎL: HEMÛ HEDEFÊN ÎRANÊ REWA NE
Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu ragihand ku ji bo jiholêrakirina kapasîteya hilberîna fuzeyên balîstîk ên Îranê wan tedbîr girtine û got, "Her tesîsên leşkerî û nukleerî yên rejîma Ayetullah hedef in. Hûn ê di demek nêzîk de balafirên Îsraîlê li ezmanên Tehranê bibînin."
Artêşa Îsraîlê (IDF) daxuyand ku di 24 saetên dawî de zêdetirî 150 cih hedef hatine girtin û di nav wan de Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Îranê Xulamreza Mehrabî û Cîgirê Fermandarê Operasyonan Mehdî Rebbanî jî hene herî kêm 20 fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar ên Îranê hatin kuştin.
HEVDÎTINÊN NUKLEERÎ YÊN DYE-ÎRANÊ HATIN BETALKIRIN
Hevdîtinên nukleerî yên DYE û Îranê yên ku wê roja Yekşemê li Omanê bihata lidarxistin, hatin betalkirin. Wezîrê Derve yê Omanê piştrast kir ku civîn wê pêk neyê û anî ziman ku ji bo çareseriya dîplomatîk hîn jî derî vekirî ye. Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku di şert û mercên heyî de muzakere "bêwate" ne û ji ber piştgiriya DYE’yê ya ji bo Îsraîlê bingeha diyalogê jî ji holê rabû.