BI DÎMEN

Li Liverpoolê çalakiya li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk

Li bajarê Liverpool ê Îngilîstanê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarê Liverpool ê Ingilîstanê bi çalakiyekî hatin protestokirin. Girseya ku li ser banga çalakiya lezgîn a Meclîsa Gel a Kurd a Liverpoolê li pêşiya Stasyona Trenê ya Liverpoolê li hev civiya, êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li ser Zap, Metîna, Avaşîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên piştî banga çekberdanê ya PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe de û daxuyaniyên aştiyê yên Rêber Apo, protesto kirin.

Endama Meclîsa Liverpoolê Saeed ku di çalakiyê de mafê axaftinê girt, îşaret bi helwesta êrîşkar a dewleta Tirk li dijî hewldanên aştiyê yên gelê Kurd kir û wiha got: “Ev êrîşên ku tevî bangên aştiyê jî dewam dikin, ne tenê gelê Kurd hemû mirovahiyê hedef digre.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne” û “Gelê Kurd ne bi tenê ye” hatin berzkirin. Beşdaran bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk bi taybet jî bikaranîna çekên kîmyewî helwestê bigrin.