ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê li navenda çeteyan teqînek pêk hat
Li navendeke çeteyan a li Efrînê teqînek pêk hat. Tê gotin kuştî û birîndarên çeteyan hene. Li gorî agahiyên destpêkê 3 çete mirin. -
Efrînê dikin mîna 'bajarekî Tirkan'
Di pêvajoya Şoreşa Rojava de tevî dorpêçiyeke giran, Efrîn bûbû modela sîstemeke demokratîk. Lê belê bi komkujî, talan û asîmîlasyona piştî dagirkeriyê, hewl didin Efrînê bikin bajarekî Tirk. -
Cenazeyê endamê hêzên asayîşê Necar hate veşartin
Welatiyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê cenazeyê enmdamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar bi merasîmekê li goristana gundê Nebo vşeartin. -
Şervanên QSD’ê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kirin
Li eniyên El-Sûs û Baxozê şervanên QSD’ê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kirin. Li aliyê din çete û malbatên çeteyan jî xwe radestî şervanên QSD’ê dikin. -
60 çete li Hecînê xwe radestî QSD’ê kirin
Li rojhilatê bajarokê Hecînê piranî çeteyên biyanî 60 çete xwe radestî şervanên QSD’ê kirin. -
Li Lazkiyeyê êrîşa bombeyî: Kesek mir 4 kes jî birîndar bûn
Li bajarê Lazkiye yê dikeve bakur rojavayê Sûriyeyê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. -
Wekîlên Fransiz serdana Rojava kirin
Du wekîlên tevgera Franca Insomîse ya bi lîdertiya Serokkomarê berê yê Fransayê Jean-Luc Melenchon serdana Rojava kirin. -
Cenezeyê endema Asayîşê Iwêş Şiheb hate veşartin
Waletiyên Efrîn û Şehbayê cenezeya endema Asayîşê Iwêş (Iwêş Şiheb) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê veşartin. -
Gelê Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan protesto kir
Bi hezaran welatiyên Efrînê, êrîşa dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li ser rêya Efrînê bi meşekê şermezar kirin. -
QSD di nava hefteyekê de 4 hezar sivîl rizgar kir
QSD’ê di nava 48 saetan de herî kêm 2 hezar û 500 sivîlên di nav destê çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar kir. Di nava hefteyekê de nêzîka 4 hezar sivîl hatin rizgarkirin. -
Li Dêra Zorê 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li bajarokê El-Sûsê 2 hezar sivîlên din ku çeteyên DAÎŞ’ê weke mertalên zindî bikar danîn, rizgar kirin. -
QSD’ê li ser êrîşa Şedadê daxuyaniyek da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrîşa li navçeya Şedad a Hesekê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî da. -
Hêzên Ewlekariyê bombeya li wesayîtê hatibû bicihkirin bêbandor kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo bombeya ku li wesayîtekê hatibû bicihkirin, hate bêbandorkirin. -
Şehîdê QSD’ê Lewend hate veşartin
Li Tir Hemîsê bi merasîmekê şehîdê QSD’ê Hesen Sifûk (Lewend) li Goristana Şehîdan a Til Hemîs hate veşartin û şehîdê QSD’ê Mahîr El Selûm (Elî Silêman) jî hate bibîranîn. -
Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare çalakî li dar xistin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan 20’ê Çileyê li Mareyê li dijî wesayîta çeteyan çalakî kirine. -
Li Şeddadê teqîn pêk hat
Danê vê sibê wesayîteke bombebarkirî li ber benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a herêma Şedadê hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 endamên Ewlehiya Hundirîn û leşkerekî Emerîkî birîndar bûne. -
Bi hezaran kesên din ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya pêngava dawî ya dijî çeteyên DAÎŞ'ê de, bi hezaran kesên din ji çeteyan rizgar kirin. -
Îsraîlê êrîş bir ser hêzên Îranê yên li Şamê
Medya xwecihî ya Sûriyeyê ragihand, li nêzî paytexta Sûriye Şamê dengê teqîneke mezin hatiye. Tê gotin, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiv daye êrîşa Îsraîlê. -
Li Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê yên Bakurê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a 20’ê Çile ya 2018’an de bi çalakiyan hate protestokirin. -
Qîrîna Efrînê li Kobanê deng vedide
Li Kobanê dagirkeriya li Efrînê hate şermezarkirin. -
MLKP/Rojava: Em ê Efrînê rizgar bikin!
MLKP/Rojava got; “Efrîn a ku xaka welatê me bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ê wê rizgar bikin.” -
Gelê Efrînê li Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiya
Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan. -
Li Qamişloyê dagirkerî hate protestokirin
Yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê li bajarê Qamişlo bi mîtîngekê hate şermezarkirin. -
Gelên Serêkaniyê ji bo Efrînê meşiyan
Gelê Serêkaniyê û Zîrganê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin û peyama ‘Ew ê Efrînê rizgar bikin’ dan. -
YPG: Em ê li bara dagirbûna Efrînê bêdeng nemînin!
YPG'ê bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê û got, ''Em ê bêdeng nemînin û têkoşîna berxwedanê bi her rengî bikin.''