Cenazeyê şervanê YPG’ê Helinc hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Resûl (Mehmûd Helinc) bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Resûl (Mehmûd Helinc) ku duh (3’ê Çile) di Pêngava Bagera Cizîrê ya li Dêra Zorê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û jialiyê şervanên YPG/YOJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPG/YOJ’ê ya herêma Firatê Kurdistan Serêkaniyê axivî, sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwest û got; “Me soza şopandina doza şehîdan daye û em tu carî ji kesî re serê xwe natewînin.”

Piştre li ser navê malbata şehîd, Feyad Şahîn axivî û got; “Serê me bi şehîdê me bilind be. Bila serê malbatên şehîdan sax be.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîlyên daikan cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Helinc li goristanê veşartin.