ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Çiya Kurd hate veşartin
Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG'ê Serbest Omer (Çiya Kurd) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê veşartin. -
Nûrî Mehmûd: Em ê rûmet û deskeftiyên gelê xwe biparêzin
Berdevkê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd bersiv da berdevkê serokkomarê Tirk Îbrahîm Kalin û got “Dewleta Tirk ya ku bû hêlîna komkirina komên terorîst, îro heman siyasetê li hemberî gelên herêmê bi rêve dibe." -
QSD: 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 15 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. -
Li Minbicê teqîn: 2 endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bûn
Di dema derbasbûna wesayîta girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundir a Minbicê de teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bûn. -
Malbata Şehîdên Kobanê: Jixwe mirin yek e, lê bila birûmet be!
Berxwedana Kobanê û tevahî şerê ku li Sûriyeyê diqewime gelek nirxên nû jî bi xwe re afrandin, ye ji van nirxan jî nêzîkatiya malbatên şehîdan ên li şehîdan e. -
4 çete radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 4 çeteyên ‘Mertala Firat’ (Fırat Kalkanı) xwe radet kirine. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Girê Spî kir
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Sulikê ya Girê Spî kir -
Di 24 saetan de 147 çete hatine kuştin
QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawî de derbên giran li çeteyên DAÎŞ’ê dane û di van êrîşan de 147 çete hatine kuştin û dest danîne ser rêjeyek çek û cebilxane. -
Şehîdê YPG’ê Êrîş bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Eymen Elî (Êrîş Qamişlo) yê di 10’ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi tevlîbûna sedan welatiyên Qamişlo bi merasîmekê spartin axê. -
NÛ BÛ-Li Efrîn û Ezazê 7 çeteyên dagirker hatin kuştin
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 2 çalakiyên bibandor yên li navçeya Şêrewa ya Efrîn û Ezazê de bi kêmanî 7 çete hatine kuştin. -
Koalîsyona navdewletî dest bi vekişîna ji Sûriyeyê kir
Koalîsyona navdewletî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li dijî DAÎŞ'ê ragihand ku wê ji roja Înê şûnde dest bi vekîşîna ji Sûriyeyê bike. -
7 şervanên QSD’ê hatin veşartin
7 şervanên QSD’ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûyî, bi merasîmeke bi heybet spartin axê. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Weid Saran li Til Hemîsê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Weid Saran Hemûd (Gabar Sekar) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, li Til Hemîsê li Goristana Şehîdan bi merasîmekê spartin axê. -
YPG’ê droneke ya artêşa Tirk xiste xwarê
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser malpera fermî ya xwe ragihand ku di roja yekê ya serê salê droneke ya artêşa Tirk a li ser Dêrikê re bi armanca keşfê digeriya xistine. -
Sûltan: Ji bo HTŞ bi pêş ve biçe her kes bêdeng e
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Ahmet Sûltan got ku “Ew ê Heyet Tahrîr Şam, Îdlîbê têxe bin kontrola xwe û ji ber vê jî ji pêşveçûna HTŞ’ê her kes bêdeng e. Ji ber ku li ser Îdlîbê planeke Tirkiye û Rûsyayê heye.” -
Çeteyên Enqereyê Îdlib radestî HTŞ'ê kirin
Di encama şerê navbera komên çete yên dewleta Tirk de, komên çete yên yekser bi Enqereyê ve girêdayî ne, kontrola herêma Îdlibê radestî Heyet Tehrîr El Şam kirin. -
Gelo Elmanya wê DAÎŞ'iyê lê digere ji YPG'ê bixwaze?
Yek ji 8 çeteyên biyanî yên DAÎŞ'ê yên li bajarokê Hecînê yê Dêra Zorê ji aliyê YPG'ê ve bi saxî hate girtin, welatiyê Elman Lûcas Glass e. Derket holê ku der barê Glass de li Elmanyayê biryara lêgerînê heye. -
Qetlîama Parîsê li Kantona Qamişlo hate protestokirin
Salvegera Qetlîama Parîsê li bajarên Tirbespiye, Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê bi meşên girseyî hatin protestokirin. Protesto bi dirûşma ‘Em ê bi rûhê Sakîne û Awesta li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin.” hatin kirin. -
Li Kobanê sê jinên têkoşer bi meşeke girseyî hatin bibîranîn
Bi meşeke girseyî yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê hatibûn qetilkirin li Kobanê hatin bibîraîn. -
YPG’ê bi operasyoneke taybet 8 çeteyên biyanî bi saxî girtin
YPG’ê bi operasyoneke taybet a 6-7’ê Çileya 2019’an de 8 çeteyên biyanî yên ji DYE, Rûsya, Ûkranya, Elmanya, Qazekistan, Tacikistan û Ozbekistan bi saxî girtine. -
Meclîsa leşkerî ya Babê û Hêzên Rûsyayê derketin dewriyê
Meclîsa leşkerî ya Babê û hêzên Rûsyayê li ser xeta ku çeteyên ‘Firat Kalkani(Mertala Firatê’ bi hev re derketin dewriyê. -
Ehmê: Me du gavên mezin avêt û em li benda gavên cidî ne
Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê diyar kir, dema dawî hem ji bo "çareseriya krîza Sûriyeyê", hem jî di mijara "Partiyên Kurd" ên li derveyî rêveberiyê mane, gavên girîng avêtine. -
Li Minbicê teqînek pêk hat
Li baxçeyek yê zeytûnan a dikeve rojhilatê Minbicê teqînek pêk hat. Sivîlek birîndar bû. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bahoz hate veşartin
Welatiyên Dirbesiyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Ciwan Ezedîn (Bahoz) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.