Li Kobanê cenazeyê 3 şehîdan hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê endamên asayîşê Wês Romî, Celal Şêx û cenazeyê şervanê YPG’ê Baqir Neîsan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyê endamên asayîşê Wês Romî (Wês), Celal Şêx Elî (Celal) dema li ser erka xwe bûn şehîd bûbûn û şervanê YPG`ê Baqir Neisan (Bakur) ê ku di ‘Şerê Tinekirina Terorê’de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê endamên asayîşê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Hêzên Ewlehiya Navxweyî a Kobanê Îsmaîl Xelîl axivî, sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got:"Em bi saya xwîna van şehîdan û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê yên ku canê xwe ji bo me feda kirin gihîştin vê astê û me gelek destkeftî bi dest xistin. Şehîdên me ji bo ku gelê me bi aramî bijîn xwe kirin mertalên zindî.”

Endama PYD`ê Eyşe Efendî jî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza dewamkirina têkoşînê nû kir.

Piştre li ser navê malbatan Xelîl Mislim axivî û got; “Em Îro dîsa 3`ê lehengên xwe dispêrin axê û em bi wan serbilind in.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê hersê şehîdan li goristanê veşartin.