'Em ne cîranê hev in, çawa dibe ku em petrolê bifiroşin Îranê?'

Hevserokê Îdareya Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saad Xidir Essaf bersiv da îdîayên Serokê DYE'ê Trûmp ku digot "Kurd petrolê difiroşin Îranê" û got, "Em û Îran ne cîranên hev in, di navbera me de bazirganî nîne."

Hevserokê Îdareya Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saad Xidir Essaf û Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê bersiv da îdîayên Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku berî çend rojan îdîa kiribû ku Kurd petrolê difiroşin Îranê.

Hevserokê Îdareya Petrolê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Saad Xidir Essaf bi bîr xist ku beşeke girîng a petrola Sûriyeyê ji herêma Dêra Zorê tê derxistin û got, "Derfetên me ewqasî nîne ku em petrolê amade bikin û pêşkêşî bazarê bikin. Tenê ji bo pêwîstiyên xwe yên rojane em dikarin petrolê derxînin û bi kar bînin."

'EM TENÊ BERSIVÊ DIDIN PÊWÎSTIYA GELÊ XWE'

Essaf anî ziman, binesaziyeke wan nîne ku karibin petrolê derxînin û pêşkêşî bazara navneteweyî bikin. Essaf diyar kir, petrola ku ew derdixînin tenê têra pêdiviyên gel dike û got, "Ne teknîkeke me heye, ne jî binesaziyeke me ku karibein petrolê derxînin û pêşkêşî bazara navneteweyî bikin. Ji xwe şîrketeke petrolê jî nîne ku karibe vê pêşkêşî bazarê bike. Mijareke din jî ew e; herêm hîn jî herêmeke leşkerî ye û şer lê diqewime. Heta niha em tneê dikarin petrolê ji bo pêwîstiya rojane ya gelê xwe derxînin, ku ev yek ji bo me serketineke."

'NE SÎNOREKÎ ME BI ÎRANÊ RE HEYE, NE JÎ BAZIRGANIYA ME'

Essaf bi bîr xist, li herêma Dêra Zorê şer dewam dike û hêzên DYE'yê jî li herêmê hene û got, "Em bên ser îdîaya 'firotina petrolê ji bo Îranê'; ji aliyê cografîk ve sînorê me bi Îranê re nîne. Nepêkane ku em karibin têkiliyeke bazirganiyê pê re deynin. Gelo bi kîjan rêyê em ê karibin petrolê ji Îranê re bifiroşin? Her wiha ne şîrketeke petrolê ya Îranê li herêmê heye, ne jî ne jî şîrketeke din a bazirganiyê. Lewma nepêkane ku têkiliyeke me ya bazirganî pê re hebe."

'DIBE KU AGAHIYÊN ŞAŞ JI TRÛMP RE HATIBIN DAYIN'

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Loqman Ehmê jî bi bîr xist, Sûriye welatek e ku di şer de ye û anî ziman, li gorî qanûnên navneteweyî firotina çavkaniyên vî welatî ji bo derve, sûc e. Ehmê got, dibe ku ji Trûmp re agahiyên şaş hatibin dayin û wiha dewam kir: "Sînorê me û deriyekî me yê sînor bi Îranê re nîne. Em dikarin bêjin ku daxuyaniya Birêz Trûmp ne di cih de ye û dibe ku şaş hatibe agahdarkirin. Li Sûriyeyê ku şer hîn dewam dike, li gorî qanûnên navneteweyî petrol ne tenê ji Îranê, ji kîjan welatî re bê firotin, wê sûc be. Ji xwe ti carî planeke me çênebû ku em petrolê bifiroşin derve."