DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da
DBP'ê derbarê êrîşa zayendî ya zarokên Şirnexê daxuyanî da û got, "Ev destdirêjiya ku nirxên civaka exlaqî û polîtîk a li Kurdistanê hedef digire, armanc dike ku rizîna civakî kûrtir bike."
DBP'ê derbarê êrîşa zayendî ya zarokên Şirnexê daxuyanî da û got, "Ev destdirêjiya ku nirxên civaka exlaqî û polîtîk a li Kurdistanê hedef digire, armanc dike ku rizîna civakî kûrtir bike."
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê êrîşa zayendî ya Yusuf Acar a 10’ Hezîranê li ser zarokên Şirnexê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî êrîşa zayendî derket holê xelkê taxê daket kolanê û bi meşekê protesto kir û wiha hate gotin: "Ev berteka mafdar a civakê îfadeya berpirsiyariya civakî û bêdengnemayina li hember sûcên îstîsmarê yên li dijî zarokan e."
Daxuyanî wiha berdewam kir: "Li dijî her cûre îstîsmar, paşguhkirin û tundûtûjiya li dijî zarokan divê polîtîka bên hilberandin, ev polîtîkayan bên bicîhanîn, pêwîstiya bingehîn a feraseta civaka exlaqî ye. Polîtîkayên dewletê yên heyî, bêcezatiyê kiriye rêbazek; nêrîna serdest a ku zarokan wekî kirdeya civakî nabîne cesaretê dide sûcdarên mêr. Zarokan wekî kesên 'bêparastin' û 'pêdivî bi parastinê heye' dîtin, dibe sedema ku sûcên li dijî wan bêwate bibin. Li Şirnexê mamosteyê ku destdirêjî nêzî 40 xwendekaran kiriye hîn jî li ser kar e û hîn jî nehatiye cezakirin, yek ji mînakên şênber ên vê polîtîkayê ye. Ev destdirêjiya ku nirxên civaka exlaqî û polîtîk a li Kurdistanê hedef digire, armanc dike ku rizîna civakî kûrtir bike. Em ê bi avakirina civakek demokratîk van polîtîkayan têk bibin. Li dijî destdirêjiya ji hêla pergala serdest a mêran ve li zarokan tê kirin, em ê jiyanek ku zarok xwe lê bi bi ewlehî bibînin û azad bijîn, ava bikin."