Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Kirefe bi bîr anî

Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst, şervanê xwe yê bi navê Dogan Kirefe (Mûzaffer Kandemîr) ku berî du salan di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, bi bîr anî.

Tabûra Azadiyê ya Enternayonalîst, bi wesîleya salvegera duyemîn a şehadeta Kirefe daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Dogan Kirefe ne tenê şervanekî Tabûra Azadiyê ya Enternayonalîst bû, di heman demê de ruhê serhildêr ê Derya Reş bi karaktera şoreşger kir yek. Ev karekter bi têkoşîna çîna karker re kir ye û bi vî rengî bû milîtanekî nemir."

Di daxuyaniyê de işaret bi gefên dewleta Tirk a li ser Rojava hate kirin û hate gotin, "Hedefa niha ya faşîzma AKP-MHP'ê şoreşa Rojava ye ku çeteyên DAÎŞ'ê nekarîbû pê. Ya ku çeteyan nekarî bike, niha bi xwe dixwazin bikin. Amadekariyê ji bo dagirkirina Rojava dike. Teqez wê bi berxwedanê bersiv ji vê amadekariya dagirkeriyê re bê dayin û aqûbeta çeteyên DAÎŞ'ê wê bi serê wan jî were."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst wê bi şervanên xwe yên azadiyê yên ji çar aliyên cîhanê, mîna Doganan cihê xwe di nava vê têkoşînê de bigirin û ji bo faşîzmê têk bibin heta şervanê xwe yê dawî li ber xwe bide. Em bang li enternasyonalîstên li gelemperiya cîhanê dikin ku di vî şerê mafdar de li dijî faşîzmê li Eniya Enternasyonal bicivin. Dema me nîne, serketinek li ber me ye ku em ê rê nedin faşîzmê."