Malbatên Şehîdan ber bi Nûnertiya NY’yê ve meşiyan

Bi hezaran malbatên şehîdan ên Herêma Cizîrê, bi meşekê ya li Qamişlo lidar xistin, nerazîbûn nîşanî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dan. Malbatên şehîdan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafiran re bê qedexekirin, bang li NY’yê kirin.

Bi hezaran malbatên şehîdên herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiryê, meşek bi heybet lidar xistin.

Meş ji çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo destpê kir. Di meşê de dayik, bav, zarok û hevjînên şehîdan wêneyên şehîdên ku di encama berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ`ê, komên çete û artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû, hildan.

Her wiha pankartên bi nivîsên,"Na ji dagirkeriya Tirkiyê re", "Bi saya xwîna şehîdên xwe em ê nirxên mirovahiyê biparêzin", "Divê herêm li pêşiya firîna balafiran were qedexekirin" û ala YPJ/YPG û QSD`ê hatin bilindkirin.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan, ‘Kujer Erdogan’, silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de û silavkirina berxwedana şervanan di eniyên şer de, hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Komseriya Neteweyên Yekbûyê (NY) ya mafê mirovan a bajarê Qamişlo veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Malbatê Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebid ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

"Em weke malbat, dayikên şehîdên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li mirovên azad, rêxistin, saziyên cîhanê ku bi navê mafê gelan, azadî û wekheviyê dikin ku li dijî qikirin û kuştinê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser me tê ferzkirin, bisekinin.

FERQ Û CUDAHÎ DI NAVBERA TIRK Û DAÎŞ’Ê DE NÎNE

Divê ku hemû cîhan binpêkirinên dewleta Tirk nas bike û zanbin ku ti feq û cudahî di navbera wan û çeteyên DAÎŞ`ê de tine ye. Li Efrînê roj bi roj kuştina sivîlan zêde dibe. Qirkirina etnîk û şerê qirkirinê tê kirin. Ji bo ku karesetên mirovahî pêk neyên û ji bo ku careke din çeteyên DAÎŞ`ê zindî nebin, em bang li NY`yê û civaka navdewletî dikin ku li dijî sûcên mirovahî ku li Efrînê pêk tên û binpêkirin ku li herêmên me diqewimin, bisekinin."

Ji ber vê yekê daxwazên me ji NE’yê ev in:

1-Herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya firîna balafiran werin qedexekirin.

2-Êrîşên ku werin kirin weke binpêkirinên zagonên navdewletî û dagirkeriyê werin diyarkirin.

3-Rêxistinên mafê mirovan bişînin Efrînê û binpêkirin ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin, werin belgekirin.

4-Rêveberiya Xweser tevlî diyalogên Cenevrê û komîteya nivîsandina destûrê, bibe.

HETA DAWIYÊ EM Ê NIRXÊN ŞEHÎDÊN XWE BIPARÊZIN

Di dawiyê de em weke malbat, dayik, bav û hevjînên şehîdan me zêdeyî 8 hezar şehîd di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ`ê da. Şehîdên me ji bo azadiya mirovahiyê canê xwe feda kirin. Em deyîndarên wan in. Divê hemû rêxistinên navdewletî parastina destkefiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, bikin. Em careke din soza parastina xaka xwe nû dikin. Em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin û heta dawiyê şopdarên rêya wan bin."

Piştî daxuyaniyê heyetek ji MeclÎsa Malbatên Şehîdan derbasî navenda Rêxistina NY`yê ya mafê mirovan a bajarê Qamişlo bû.

‘BELGE WÊ PÊŞKÊŞÎ NY’YÊ BÊN KIRIN’

Piştî ku heyetek ji navendê derket, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî diyar kir ku rêxistina NY`yê ya mafê mirovan teqez kir ku ew ê dengê wan bighînin hemû aliyên peywendîdar. Her wiha got wan belgeyên binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rêxistina NY`yê re pêşkêş kirin.

Welîda teqez kir ku ew gelekî berxwedêr in, ji bo parastina xaka welatê xwe Wê heta dawiyê li ber xwe bidin û ji bo azdiya xwe tI carî gavan bi paş ve navêjin.