Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cejna Qurbanê de girseya gel serdana şehîdgehan kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serê sibehê serdana goristanên şehîdan kirin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serê sibehê serdana goristanên şehîdan kirin.
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de gorên şehîdan ziyaret kirin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana pakrewangehên Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê, Şehîd Dilşêr a li Tirbespiyê, Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê, Şehîd Îsamîl a li Amûdê, Şehîd Dijwar a li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî ya li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle ya li Kobanê, her wiha pakrewangehên li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Helebê kirin.
Tevî malbatên şehîdan, şandeyên rêveberiyên xweser, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, hevreyên şehîdan, şervanên YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gorên şehîdan ziyaret kirin.
Şêniyên dema derbasî pakrewangehan dibûn, ji aliyê endamên meclisên malbatên şehîdan, Hêhzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên hêzên leşkerî ve dihatin pêşwazîkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi armanca ku cejn bi ewle derbas bibe ji hefteyekê ve tedbîrên parastinê asê kirine.
Girese gul danîn ser gorên şehîdan, buxur şewitandin, Quran xwendin û dûa kirin. Her wiha şêranî belav kirin û cejn li hev din pîroz kirin.