Hêzên QSD'ê bi sedan sivîlên din ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê El-Sûsayê bi sedan sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê El-Sûsayê bi sedan sivîl ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.
Di şerê "Qonaxa Dawîanîna li Terorê" de ya Pêngava Bagera Cizîrê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li bejahiya Dêra Zorê tê meşandin, şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê li bajarokê El-Sûsayê bi sedan sivîl rizgar kirin ku ji aliyê çetyeên DAÎŞ'ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn. Piraniya sivîlên hatin rizgarkirin jin û zarok in.
Sivîlên hatin rizgarkirin, ber bi herêmên ewle ve hatin veguhastin.