Li Şêrawa 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê, li Şêrawa li dijî wesayîteke koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiye çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê, li Şêrawa li dijî wesayîteke koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiye çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî çeteyên El-Cebha El-Şamiye yên li navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin û di encamê de du çete hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê duh li dijî koma çete ya bi navê El-Cebha El-Şamiye çalakiyek pêk anî. HRE têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakiyên şervanên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê berdewam in. Di encama çalakiyan de ku ji alî tîmên me ve hatin lidarxistin, hêzên dagirker derbên giran xwarin. Bi vê çarçoveyê;
-5’ê Çileyê şervanên me li dijî seyareyeke leşkerî ku hejmarek ji çeteyên koma bi navê El Cebha El-Şamiye tê de bûn li gundê Gobelê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û seyare jî hat rûxandin.”