Çalakiya azadî ji Rêber Apo re: Bê Serok jiyan nabe!

Gelê Til Temir û Zirganê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.

ÇALAKIYA JI RÊBER APO RE AZADÎ

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan ên bajarên Til Temir û Zirganê îro bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke girseyî lidar xist.

Girseya gel ku li bajarê Til Temirê hat gel hev, ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Girse li Çerxerêya Qendîl sekinî û deqeyekê rêz girt. Hevseroka Şaredariya Gel a Til Temirê Cemîla Kalo li wir axivî û got: "Di serî de dewleta Tirk, hêzên hegemonîk ên cîhanê projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser wek xetereyekê li ser berjewendiyên xwe yên mêtingerî dîdit, ji ber vê yekê komplo li dijî wî pêk anî."

Cemîla Kalo da zanîn ku projeya Rêber Apo projeya jiyana hevbeş a pêkhateyan e, lê hêzên serdest li dijî vê projeyê ne.

Cemîla Kalo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe heya pêkanîna azadiya fîzîkî wî ya fîzîkî û avakirina jiyaneke birûmet soza domandina têkoşînê dide Rêber Abdullah Ocalan.”

Hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê Ayhan El Yûnis jî wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji ber ku banga demokasî û mafên gelan dike, 26 sal e di girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, lê tevî pergala îşkence û qirkirinê dest ji berxwedanê bernedaye û ji rêgezên xwe nayê xwarê."

Ayhan El Yûnis bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.