Cenazeyê QSD’ê Tebqawî spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El-Silêman (Hemdelî Tebqawî) yê dima li Reqayê bi erka xwe radibû şehîd ket, li Şehîdgeha Tebqayê bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Tebqayê, endamên komîteyên sivîl, leşkerî û hêzên Ewlehiya Hundrîn cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Silêman (Hemdelî Tebqawî) yê di encama teqîna mayînekê de dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Reqayê bi erka xwe radibû şehîd bû, bi merasîmekî li Goristana Şehîdan a Tebqayê spartin axê.

Cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Tebqayê hate wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Tebqayê kete rê. Merasîm bi rêzgirtin destpê kir her wiha merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîda Abdulkerîm El-Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê da û got ew ê zarokên xwe li ser rêya bavên wan ên şehîd mezin bikin.

Ji fermandarên QSD`ê Mehmûd El-Îsa teqez kir ku şervanên QSD`ê heta dawiyê û heta serkeftinê şopdarên rêya hemû şehîdan bin.

Ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Heveroka Komîteya Têkiliyên Giştî Asiya El-Xerbî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîda hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.