Sivîtlana ya DAÎŞ’î qala rizgarbûna xwe ya ji DAÎŞ’ê kir

Şervanên QSD’ê di Pêngava Bagera Cizîrê de li bajarokê Hecînê jina bi navê Sivîtlana ya DAÎŞ’î ji nava lepên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Sivîtlana ya ku hatibû rizgarkirin qala hovîtiya çeteyan û rizgarbûna xwe kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dîmenê jina DAÎŞ’î ya bi navê Sivîtlana parve kir. Di dîmen de Sivîtlana qala çîroka xwe ya derbasbûna xaka Sûriyeyê û rizgarbûna xwe ya ji aliyê şervanên QSD’ê ve dike.

Sivîtlana diyar kir ku ew beriya 4 salan derbasî xaka Sûriyeyê bûye û wiha domand; “Ez li Tirkiyeyê dijiyam. Ez zewicî bûm. Piştre min biryara veqetinê ya ji hevjînê xwe da û bi tena serê xwe bijîm. Hêdî hêdî Îslamê bandor li min kir û ji ber vê bandoriyê min biryar da ku bi rêya zilamekê derbasî bajarê Minbîcê bibim.”

Sivîtlana bi domdarî got; “Ez bi komeke mezin re derbasî Minbîcê bûm ku di nava komê de kesên Tirk hebûn. Piştre bi zilamê ku ez bi rêya wî derbasî Minbîcê bûyîm re zewicîm û piştî demekê derbasî Iraqê bûm. Çeteyên DAÎŞ’ê piştî demekê bi rêya sîxûrekî hevjînê min kuşt.”

‘ÇETEYAN LI HER DERÊ MAYÎN ÇANDIN’

Sivîttlana wiha qala çeteyên DAÎŞ’ê kir; “Çeteyan gelek zilm û zordarî li min kir. Derfet nedidan ku ez derkevim derve. Li her derê mayîn çandin û tirs dixistin nava dilê me. Li Hecînê gelek malbat hene ku dixwazin ji wir derkevin. Lê çete li pêşiya wan dibin asteng û destûr nadin. Welatiyên li wir ji birçîna dimirin dema li wir bûm jinek ji birça mir. Zilma ku li wir tê kirin li tu derê cîhanê tuneye.”

Sivîtlana qala rizgarbûna xwe ya ji aliyê şervanên QSD’ê ve jî kir û wiha got; “Ji bo ku xwe bigihînim nuqteyên nêzî şervanên QSD’ê neçar man 8 saetan bimeşim. Bi zarokên xwe re di nava çolistanê de meşiyam. Şervanên QSD`ê em pêşwazî kirin. Ji me re xwarin û cihê starbûnê peyda kirin. Ez nikarim hevsengiyê di nava van rojan û rojên berê yên zehmet de çêkim.”