Pompeo: Beşek ji mîsyona me ye ku Tirk Kurdan nekujin

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo îdîa kir, beşek ji mîsyona Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew e ku Kurd bi destê Tirkan neyên kuştin.

Mîke Pompeo ji malpera Newsmax re axivî û got, "Nekuştina Kurdan bi destê Tirkan, parastina hindikahiyên olî li Sûriyeyê, ev hemû beşek ji mîsyona Emerîkayê ne."

Pompeo li ser dema vekişîna yekîneyên Emerîkayê agahî neda û diyar kir, divê hevrikên DYE'yê nizanibin bê leşkerên Emerîkî kengî vekişin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp beriya Noelê ji nişka ve biryara xwe eşkere kiribû ku yekîneyên Emerîkî wê ji Sûriyeyê vekişin.

Vê biryarê li nava rêveberiya DYE'yê û hevalbendên wê rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs û nûnerê taybet ê DYE'yê yê li koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk îstifa kiribûn.

Trûmp ji ber nerazîbûnan paşve gav avêt û diyar kir ku vekişîn wê demekê dewam bike.