Li Îdlibê şerê plankirî

Komên çete yên ku dewleta Tirk li pişta wan e, li Îdlibê bi kev ketine. HTŞ'ê êrîşên xwe li herêmên sînor ên li bakur giran kir. Eniya Rizgariya Neteweyî jî li başûr eniyeke nû ya şer vekir. Tê gotin ku şer di çarçoveya plana Tirkiyeyê de tê kirin.

Li Îdlibê, di navbera komên çete de ku dewleta Tirk li Astana û Soçiyê ji wan re bûye garantor, rojên destpêkê yên salê bi hev ketin.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ên bi serkêşiya Cephet El Nûsra û koma çete ya bi navê "Eniya Rizgariya Neteweyî" ku pişta xwe dide dewleta Tirk, li herêma Daret Îzetê ku rojavayê Helebê û başûrê Efrînê ye bi hev ketin. Şer li gelemperiya Îdlibê belav dibe.

HTŞ HEWL DIDE SÎNORAN KONTROL BIKE

Komên çete yên li nava HTŞ'ê, piştî ku bajarokê Daret Îzayê bi dest xistin ku dewleta Tirk nuqteya xwe ya çavdêriyê ya yekem a li Îdlibê li wir danî, hewl dide nuqteyên "Eniya Rizgariya Neteweyî" yên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin.

HTŞ'ê Kampa Atme ya li pêşberî Qereqola Sînor Bukulmez a li ser sînorê navçeya Reyhanli ya Hayatê ye bi dest xist. Çeteyên HTŞ'ê berê xwe dan aliyê rojhilat û hewl didin têkiliya komên çete yên "Eniya Rizgariya Neteweyî" bi Efrînê re bibirin.

Di vê navberê de, çeteyên HTŞ'ê gundê Qîle yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê bi dest xistin.

23 komên li nava "Eniya Rizgariya Neteweyî" yên pişta xwe didin dewleta Tirk, li dijî HTŞ'ê seferberî îlan kiribûn û ji Efrîn, Cerablûs û Babê hêz anîbûn.

KOMÊN DEST BI DEWLETA TIRK, LI ALIYÊ BAŞÛR ENIYEKE NÛ VEKIRIN

HTŞ'ê ku li herêmê gelek nuqte bi dest xist, hewl dide cihên navbera komên din ên çete û Tirkiyeyê bi dest bixe. Li ser vê yekê, komên çete yên "Eniya Rizgariya Neteweyî" jî li başûrê Îdlibê li dijî HTŞ'ê eniyeke nû ya şer vekirin.

Li gorî agahiyan, çeteyên "Eniya Rizgariya Neteweyî", bi êrîşên xwe yên li başûrê Îdlibê re gundên Safûhan, Kewkeb, Kefer Mûs, El Fûqaye û Termala yên herêma Kefer Ûbeydê, gundên Xedfa û Babîla yên bajarokê Maret Nûmanê û gundê Mîsîbînê yê li bajarokê Arîhayê ji HTŞ'ê stendin.

YÊN BI HEV KETINE KOMÊN CÎHADÎST IN

Di nava HTŞ'ê de komên El Nûsra, Ceyşul Sunne, Cûndûl Aksa, Lîwa El Heq, Ceyşul Ehrar, Hûrras El-Dîn û Ensar El Dîn û gelek komên din ên mezin û biçûk hene.

Di nava "Eniya Rizgariya Neteweyî" de Ehrar El Şam a ji HTŞ'ê veqetiya, Nûreddîn Zenkî, Feyleq El Şam, Ceyşul Îdlib, Ceyşul Nuxbe, Ceyş El Nasir, Hemzet, Cephe Şerqiye û gelek komên din ên çete yên mîna wan hene.

REJÎM Û RÛSYA JI EZMANAN LI WAN DIDIN

Di vê navberê de balafirên şer ên Rûsya û rejîmê, li başûr û başûrê rojava yê Îdlibê ji hewayê li nuqteyên komên cîhadîst didin.

LAVROV GOTIBÛ 'ME LI HEV KIRIYE'

Heyetek Tirkiyeyê ku ji Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê, Musteşarê MÎT û Berdevkê Erdogan pêk dihat, roja 29'ê Kanûna 2018'an bi dosya ji bo dagirkirina Minbicê serdana Moskowayê kiribûn û balkêş e ku şerê li Îdlibê jî piştî vê serdanê dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtinê gotibû, "Di nava şert û mercên nû de, nûnerên leşkerî yên Rûs û Tirk li herêmê (Sûriye), ji bo bidawîkirina gefa terorê li hev kirin ku bi rengekî koordîne tevbigerin."

ŞERÊ PLANKIRÎ

Li pêşberî şerê li Îdlibê dewleta Tirk xwe ker kiriye. Tê gotin, heta hevdîtina rayedarên Tirk a li Washîngtonê û hînbûna helwesta DYE'yê, şerê li Îdlibê wê bi awayekî kontrolkirî bidome û dewleta Tirk jî wê vê ji nedîtî ve bê.

Tê gotin, li gorî encamên hevdîtinên rayedarên Tirk ên li Moskowa û Washîngtonê, wê dewleta Tirk helwestê diyar bike û plansaziyeke nû dîne ber komên çete HTŞ û "Eniya Rizgariya Neteweyî".