Cenazeyê şehîd Şakir li Til Koçerê hate veşartin

Welatiyên Dêrikê, Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd a girêdayî QSD’ê Şakir Mihemed bi merasîmekê li goristana şehîdan a Til Koçerê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd a girêdayî QSD’ê Şakir Mihemed ku dema bi erka xwe radibû 2 Çileyê li Til Koçerê şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Koçerê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şevanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre fermendarê Hêzên Senadîd Xelef Emaş axivî û destnîşan kir ku Hêzên Senadîd şopdarên rêya şehîdan e û ji bo azadiya civakê amade ne li ku derê teror hebe biqedînin.

Hevserokê Desteya Şûnwar û Turîzmê yê Herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û wiah got; “Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Bi saya fedekariya şehîdan gelê herêmê gihiştiye vê astê.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şehîd Şakir Mihemed bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.