Li Hesekê cenazeyê du şehîdan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Casim Şihab (Seydo Hesekê) û cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelef (Fehed) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Casim Şihab (Seydo Hesekê) û cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelef (Fehed) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Casim Şihab (Seydo Hesekê) û cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelef (Fehed) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîn şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên, ji fermandarên YPG’ê Şiyar Delîl û li ser navê akademiyên leşkerî ya QSD’ê Şêrwan Çaçan axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hatin xwestin û hate ragihadin ku bi saya şehîdan deskeftiyên li herêmê hatine bidestxistin.
Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.