Cenazeyê sê şervanên QSD’ê bi merasîmeke heybet hate veşartin

Welatiyên Til Temirê cenazeyê şervanên QSD’ê Kawa, Tolhildan û Agirî bi merasîmeke bi heybet li goristana şehîdan a Til Temirê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Til Temir a Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Mûsa Ebdulezîz (Kawa), Macid Mihemed (Tolhildan) û Îbrahîm Ebdulezîz (Agirî) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Til Temirê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê hêzên leşkerî fermandarê YPG’ê Ziyad Kurdî û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Dijwar Ehmed axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin; “Bi saya şehîdan deskeftiyên li herêmê hatine bidestxistin û gel di nava aramiyê de dijîn. Dewleta Tirk hewl dide projeya demokratîk a herêmê têk bibe û berhemên wê talan bike. Em bang li tevahiya pêkhateyên herêmê dikin ku li beramberî dagirkeriya Tirkiyê ku hewl dide serdema Osmaniyan ava bike, bisekinin û yekîtiya xwe ava bikin.”

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanên QSD’ê li goristanê veşartin.