YPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir ku yek ji wan enternasyonalîst e

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanê wan ê entersyonalîst Hîwa Basco 7’ê Kanûna 2018’an û şervanê wan Baqir Nehsan 5’ê Çileya 2019’an şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şehîdan eşkere kir.

YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

“Rêhevalê me yê enternasyonelîst Hîwa Bosco di 7’ê Kanûna 2018’an de li Dêrikê di encama qezayekê de şehîd bû.

 Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Hîwa Bosco

Nav û Paşnav: Giovanni Francesco Asperti

Navê Dayikê: Vittoria

Navê Bav: Pietro

Cihê Jidayikbûnê: Îtalya / Bergamo

Cih û Demê Şehadetê: Dêrik / 7’ê Kanûna 2018’an

Bi hezaran şervanên ji her netewe, di demeke ku têkoşîna me mezin û xurt dibe de, berê xwe dan Rojava û bûn kedkarên şoreşê. Yek ji van lêgerînvanên azadiyê jî rêheval Hîwa Bosco yê ku bi eslê xwe ji Îtalya ye. Wek her şervanek enternasyonel yên ku ji navgîna azadîxwaz û demokratîk a şoreşa Rojava bandor bûn, rêheval Hîwa jî bi heman hest û hizrê berê xwe da nav refên azadiyê. Di dirêjahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi aliyên xwe yên kedkar û jêhatî li pêş bû û bû xwedî seknek mînak a jiyana şoreşgerî. Her tim veguhertina di kesayeta xwe de esas girt û vê yekê li ser rêgezên pîvanên têkoşîna azadiyê pêk anî. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî her tim li ser vê xeta ku pê bawer bû meşiya.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, li bajaroka Hecîn û bejahiya wê operasyonên xwe yên li hember DAÎŞ didomînin. Di 5’ê Çileyê de, li herêmê di dema operasyonê de hevalek me di encama şer de şehîd bû.

 Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Bakur Qeremox

Nav û Paşnav: Baqir Nehsan

Navê Dayikê: Qemeriye

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Demê Şehadetê: Dêra Z / 5’ê Çileya 2019’an"