Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilşêr hate veşartin

Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Loey Salih (Dilşêr) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê QSD’ê Loey Salih (Dilşêr) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Welîda Botî û ji fermandarên QSD’ê Cisûr Amûdê axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û wiha gotin; “Deskeftiyên ku me bi dest xistine, bi saya xwîna şehîdên me ne. Eger em li hember projeyên Erdogan ên zindîkirina desthilatdariya Osmanî û dagirkirina xaka Sûriyê nesekinin, dîrok me efû nake. Bi saya QSD'ê em ê hemû planên Erdogan têk bibin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê rêya wan bişopînin heta em digihîjin armanca wan.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şervanê QSD’ê Dilşêr li goristanê veşartin.