Cenazeyê 12 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin

Welatiyên Dêra Zor û bajarokê El-Besîra cenazeyê 12 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên Dêra Zor, bajarokê El-Besîra û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD û Hêzên Erka Xweprastinê Ewad El-Ehmed, Mihemed Ebûd El-Ehmed, Nîdal El-Heyawî, Îsam El-Hefel, Ehmed El-Elî El-Ehmed, Emîn El-Xelîf, Mihemed Ebdulhey El-Abdullah, Ebdulmecîd El-Tirkî, Salih Ismaîl El-Salih, Eşawî El-Eşawî, Dawûd Ebdulmecîd ( Deno Ebû Herdûb), Yûsif El-Nasîf (Baran) ên ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke biheybet li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên QSD’ê Bahoz axivî û got; “Terora DAÎŞ’ê ber bi dawiyê ve tê. Hemû cîhan dibîne ku bi destê QSD’ê DAÎŞ tê tunekirin. Bi teqez em ê gelên herêmê yên ku bi lehengî piştgiriya QSD'ê re kirine û ji bo jiyana azad û bi rûmet berdêlên buha dane, biparêzin.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sabrîn Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştre endama Malbatên Şehîdan Wefaa El-Celel nasnameyên şehadetê yên şehîdan xwend û radestî malbatên wan hate kirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan di merasîmê de nasnameyên şehadetê yên Welîd El-Xelef, Ehmed El-Elî, Ehmed El-Mistefa, Ebdulkerîm El-Mihêmîd, Xalid El-Semîk, Yasêr El-Layz û Mihemed El-Elî yên ku dema li ser erkên xwe bûn li gundewarên Dêra zorê şehîd bûbûn  ragihand.

Girseya gel piştre bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.