ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li dagirkeran xist
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Ezazê li dijî dewriyeyeke çeteyan çalakî li dar xistine. Hate ragihandin ku di çalakiyê de wesayîta çeteyan hate rûxandin û 3 çete bi giranî birîndar bûne. -
Tecrîd û komploya navneteweyî li Qamişlo hate protestokirin
Li Qamişloyê bi hezaran endamên Hêzên Parastina Civakî-JIN (HPC-Jin) ji bo protestokirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Girê Spî cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Mahîr El-Îdbîs (Kendal Zeydî) û Elî El-Celîd bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin. -
Li Baxozê malbatên DAÎŞ’ê jî nav de hezar sivîlan xwe spartin QSD'ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Baxozê di operasyona dawî ya qedandina DAÎŞ'ê de nêzî hezar sivîl rizgar kirin ku di nava wan de malbatên DAÎŞ’ê jî hene. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Mezlûm hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hisên Şêxo (Bavê Mezlûm) bi merasîmekeê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ku Adara 2018’an li Efrînê şehîd bûbû eşkere kir. -
QSD'ê li Baxozê 200 sivîlên din rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di operasyona dawî ya qedandina DAÎŞ'ê de li Baxozê 200 sivîlên din rizgar kirin. -
Şer li Baxozê giran e: QSD bi 2 km² bi pêş ve çû
Şervanên QSD'ê di çarçoveya operasyona dawî ya dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li herêma Baxozê bi 2 kîlometre çargoşe bi pêş ve çûn. -
Operasyona dawî ya li dijî DAÎŞ’ê dest pê kir
Li herêma Baxozê operasyona dawî ya şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Azadî li Qamişlo hate veşartin
Welatiyên Qamişloyê cenazeyê şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî (Yardahan Mustafa) ku di ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Tiwêriş hate veşartin
Welatiyên Tebqa, Cerniyê û Mensûra bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Tiwêriş (Hemkê) li goristana şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Nasnameya şervaneke YPJ’ê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervana YPJ’ê Hêvîdar Azadî 7’ê Sibatê li Dêra Zorê şehîd bûye. -
Efrin: QSD wê dawiya DAÎŞ'ê bîne
Fermandarê QSD'Ê Ednan Efrîn anî ziman ku nîvê zêdetir ê Boxazê hatiye rizgarkirin û deverekî bi qasî 2 kêlometreyan di destê çeteyan de maye. Efrîn got: "QSD wê DAÎŞ'ê bi dawî bike." -
Zarokên Efrînê yên li kampan bi hêviya serketinê ne
Ji ber şer û koçberiyê bandorekî mezin li xelkê Efrînê bi taybet zarokên ku ji ber şer û dagirkeriyê neçarî koçî herêma Şehbayê bûne kiriye. Ev hemû kiriye ku di aliyê derûnî de zarok bandor bibin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê bombe li gundê Bircqûsê barandin
Artêşa Tirk û çeteyên wê bombe li gundê Bircqûsê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê barandin. -
Cenazeyê 3 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê 3 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin. -
HRE: Li Cindirês û Şêrawa li dagirkeran hate xistin
Hêzên Rizgariya Efrînê di 6-7’ê Sibatê de li navçeya Cindirês û Şêrewa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêze çalakî kirin. -
'Şer dikim ji bo şer raweste'
Çekdar Kobanê ku bi 350 kîlometreyî dûrî mala xwe şerê DAÎŞ'ê dike, dibêje, "Di nava 4 salan de min rojekê jî ji şer hez nekir. Lê belê ez şer dikim ji bo şer raweste." -
Şêniyên Til Eran û Til Hasilê: Barzanî pêşwazî li kujerên me kir
Şêniyên navçeyên Şehba û Efrînê û bajarokên Til Eran û Til Hasilê, serdana komên çete ku bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' çûn Başûrê Kurdistanê û hevdîtin li Hewlêrê kirin, şermezar kirin. -
'Ji bo azadiya Ocalan em ê bi şev û roj bixebitin'
Jinên Êzidî Ayşe Sîdo û Zêyneb Marko diyar kirin ku wê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de dakevin qadan û gotin, "Heta ku Ocalan azad bibe em ê bi şev û roj bixebitin." -
80 ji sedê gundê Baxozê hate azadkirin
Yek ji fermandarê QSD’ê Adil Cûdî diyar kir ku 80 ji sedê gundê Baxoza Jorîn ji çeteyan hatiye rizgarkirin. -
YPG'ê bîlançoya meha Çileyê eşkere kir
YPG'ê bîlnaçoya şerê berxwedanê û operasyonên li dijî dagirker û terorîstan eşkere kir. -
Bi çalakiyên cihêreng dilê zarokên Efrînê xweş dikin
Komîteya Piştgiriya Psîkolojîk di şert û mercên koçberiyê de, kêfa zarokên penaber ên Efrînê tîne ku ji neçarî cih û warê xwe terikandine. -
Şehîdê YPG ‘ê û QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG‘ê Kemal Osman û şervanê QSD‘ê Şiyar bi merasîmekî girseyê li Goristana Şehîd Dicla ya bajarê Kobanê spartin axê. -
Cenazeyê 5 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ hatin veşartin
Welatiyên Şedadê û gundewarên wê bi merasîmekê cenazeyê 5 şehîdên ‘Pêngava Bagera Cizîrê’ li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.